Li wîlayeta Uruzgan a Afganistanê teqîn

Rayedarekî Afganî ragihand ku îro teqînek bi erebeyek bombebarkirî, li bargeheke hevbeş a hêzên ewlehiyê li wîlayeta Uruzgan pêk hat.

Li wîlayeta Uruzgan a Afganistanê teqîn
3 sibat, 2021   10:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Waliyê wîlayeta Uruzgan Mihemed Umer Şêrzad ji dezgehên çapameniyê re got ku endamên Talîban di saet 3'ê de erebeyeke bombebarkirî li baregehek hevbeş a ewlehiyê ya Afganî, teqand.

Li gorî ajansa Afganî "Gama Pres" di encama teqînê de, du leşker, endamekî polîsê û yek ji endamê hêzên serhildanê hatin kiştin, her wiha 3'yê endamên hêzên ewlehiyê jî, birîndar bûn.

Kantona Uruzgan li başûrê welêt e û yek ji kantonên ku ewlehî tê de tune ye.

(dx)