Rojnameyên erebî: Rûsya ji ber xwesteka Şamê ji diyalogên bi Washingtonê re bi hêrs e

Rojnameyên erebî têkildarî hêrsa Rûsyayê ya têkildarî xwesteka Şamê ya diyalogê bi Washingotnê re, “lîstokên Îxwaniyan" yên di parlamentoya Tûnisê de û xwepêşandanên li dijî hikumeta Erdogan nivîsand.

Rojnameyên erebî: Rûsya ji ber xwesteka Şamê ji diyalogên bi Washingtonê re bi hêrs e
3 sibat, 2021   09:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro behsa têkiliya di navbera Rûsya û Şamê de, rewşa Tûnisê û rewşa Tirkiyê kir.

‘HÊRSA MOSKOVÊ JI ŞAMÊ‘

Rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Çavkaniyan got Moskov ji ber xwesteka Şamê ya diyalogên bi Washingtonê re, bi hêrs e."

Dîplomatê bi navê Ramî El-Şayir ê nêzî Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ji rojnameya El-Şerq El-Ewset re got: "Piştî têkçûna gera 5`emîn ji civînên desteya biçûk a komîteya destûrê li Cinêvê, ji her kesî re hate eşkerekirin ku rêveberiya Şamê guh nade şîretên hevalbendên xwe. Heman rêya ku girtiye û israrê lê dike, bi navê parastina yekitiya xaka Sûriyê, têkbirina terorê û parastina serwerî û yekitiya xwe."

El-Şayir wiha domand: "Hin aliyên nêzî rêveberiya Şamê got rewşa Şamê bi hatina rêveberiya nû ya DYA`yê baştir bûye û gotin çirûskeke biçûk ji Şamê dê têkiliyên Amerîka – Sûriyê biguherîne û dê destekê bide rejîmê û parastina wê li beramberî bidawîkirina rola Rûsyayê û dûrxistina wê jî Rojhilata Navîn. Ne dûr e ku agahî der barê peywendiyên veşartî yên di navbera Şam-Washington û Til Evîvê de belav bibin.”

ꞌLÎSTOKÊN ÎXWANAN BÛN DI PARLAMENTOYA TUNISÊ DE SEDEMA TEVLIHEVIYÊ’

Têkildarî rewşa Tunisê rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Duh di parlamentoya Tunisê de tevlihevî çêbû û serokê Partiya Destûrî ya Azad Ebîr Mûse civîna giştî betal kir. Dema Ebîr mîkrofon rakir û kiryarên serokê parlamentoyê Raşid El-Xenûşî ku wan wek "bloka terorê" bi nav kir ku îşaret bi îtîlafa El-Keramê ya Îxwanan dikir û bi vê yekê bersiva kiryarên ku hefteya derbasbûyî ji aliyê serokê îtîlafê Seyfdîn Mexlûf da, rûniştin betal kir.”

ꞌERDOGAN DIJMINÊN NÛ HILDIBIJÊREꞌ

Der barê rewşa dewleta Tirk de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û wezîrê karên hundir ê Tirkiyê Suleyman Soylu êrişî endamên LGBT’yê kir û ew wek "kesên xirab" bi nav kirin. Vê yekê hişt ku hêrsa gel rabe û li dijî hikumeta Erdogan nerazîbûnên xwe nîşan bidin, nexasim di nava ciwanên dewleta Tirk de.

Erdogan roja duşema derbasbûyî di xîtaba xwe ya li Enqereyê de ku têkildarî kadroyên MHP’ê bû, dabû xuyakirin ku ew ê bi ciwanên civaka LGBT negihêjin pêşerojekê, lê bi ciwanên ku dîroka ummetê zanibin, ew ê bigihêjin pêşerojekê.

Suleyman Soylu duh protestoya ku li zanîngeheke mezin a Stenbolê çêbûbû, şermezar kir û xwepêşandêr wek “kesên xurîfî” bi nav kirin.”

(bx-eh)