Ji ber paşguhkirina rêxistinan, kampa koçberên Girê Spî nayê firehkirin

Hîna jî malbatên koçber li benda temamkirina xebatên berfirehkirina kampa Girê Spî ne. Ji ber ku diviyabû rêxistinan di 3 mehan de xebata berfirehkirinê bi dawî bikirana, lê heta niha tenê nîvê wê çêkirine.

Ji ber paşguhkirina rêxistinan, kampa koçberên Girê Spî nayê firehkirin
3 sibat, 2021   09:40
EYN ÎSA

Rêveberiya kampê ji destpêka Cotmeha par de dest bi xebatên firehkirina kampê a beşa sêyemîn kiriye, da ku 600 malbatên koçberên Girê Spî ku zehmetiyên jiyanî û madî dijîn û nikarin kirêya malan li Reqa, Tebqa û gundewarên wê ku tê de bi cih bûne bidin, pêşwaz bike.

Rêveberiya kampê bi vê armancê, erdek li kêleka kampê bi rûbara 100 donimî kirê kir û bi hin rêxistinên li herêmê dixebitin re, li hev kir da ku xebatên firehkirina kampê temam bikin.

Li gorî lihevkirina di navbera rêveberiya kampê û rêxistinan de, divê rêxisitn toreyên kanalîzasyonê û dîwarê dora kampê çêbikin.

Piştî derbasbûna 4 mehan, rêxistinan hîna nîvê kar temam nekiriye. Heta niha ji bo ji 23 beşan tenê 10 toreyên kanalîzasyonê çêkirine. Li gorî plansaziyê diviyabû ku di nava mehekê de biqediya, da ku 600 malbatên din ên hatine koçberkirin pêşwazî bikirina.

Têkildarî mijarê, Hevserokê Rêveberiya kampê Mihemed Şêx got:" Derfetên ku di destê me hene têrê nake ku em xebatên berfirehkirinê pêk bînin, lê bi qasî derfetên xwe me xebat meşand. Di heman demê de em neçar in ku paşguhkirina rêxistinan ên ku soza alîkariya temamkirina xebatan dane, tehemûl bikin."

Li kampa koçberên Girê Spî ya ku Meclisa Girê Spî di 22’yê Mijdara par de ava kiriye, 3 hezar û 531 koçber hene û ji 720 malbatan pêk tên.

Rêveberiya kampê, di vê dawiyê de tevî derfetên kêm ên pêşwazîkirinê, 41 malbatên koçber ên ji Girê Spî pêşwaz kirin. Rêveberiyê ew malbat li gel malbatên dîtir bi cih kirin, heta xebatên befirehkirinê bi dawî dibe.

Mihemed Şêx da zanîn ku ew neçar man ku van malbatan pêşwaz bikin, ji ber rewşa jiyanî û madî dijwar e û wan nikarîbûn kirêyên malan bidana.

Kirêya her malekê li Reqayê zêdetirî 100 hezarî ye, ji ber wê yekê her roj bi dehan malbat berê xwe didin kampê.

Koçber pirs dikin, gelo dê heta kengî civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî rewşa wan paşguh bikin?.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4u-Xlz732hI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>