Herîrî piştî serdana Îmarat û Tirkiyê, berê xwe dide Misirê

Serokê hikumeta Lubnanê Seed Herîrî serdana Misirê dike da ku bi rayedarên Misirê ku di nav de serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî jî heye, bicive.

Herîrî piştî serdana Îmarat û Tirkiyê, berê xwe dide Misirê
3 sibat, 2021   09:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê hikumeta Lubnanê Seed Herîrî berê xwe da Misirê. Tê payîn ku Herîrî wê bi serokê Misirê û bi rayedarên din ên Misirê re geşedanên giştî li Lubnanê, nîqaş bike.

Her wiha Herîrî di serdana xwe ya Qahîrayê de, wê bi Wezîrê Karên Derve yê Misirê Samih Şukrî û Sekerterê Giştî yê Komkara Ereban  Ehmed Ebû Xeyît re bicive.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Herîrî beriya serdema Misirê bike, serdana gelek welatan kiribû di nav de Îmarat û Tirkiyê.

(dx)