Dagirker li gundên Til Temirê gelek mal şewitandin

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker li gundê Qasimiyê yê Til Temirê agir bi gelek malan xist.

Dagirker li gundên Til Temirê gelek mal şewitandin
2 sibat, 2021   15:54
HESEKÊ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên xwe yên li herêmên dagirkirî didomînin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdyaî wê li gundê Qasimiyê yê dagirkirî yê 6 km dikeve bakurê rojavayê navçeya Til Temirê gelek mal şewitandin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane ANHA'yê, gundê Qasimiyê ji ber dizî, talankirin û wêrankirin ku ji aliyê dagirkeran ve têne kirin, hema bêje wêran bûye.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1wh8jfXUrF4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>