YPG û YPJ'ê soza parastina destkeftiyên şehîdan da

YPG û YPJ'ê soza şopandina xeta şehîdan û parastina destekftiyên ku bi keda şehîdan hatine bidestxistin dan.

YPG û YPJ'ê soza parastina destkeftiyên şehîdan da
YPG û YPJ'ê soza parastina destkeftiyên şehîdan da
YPG û YPJ'ê soza parastina destkeftiyên şehîdan da
YPG û YPJ'ê soza parastina destkeftiyên şehîdan da
YPG û YPJ'ê soza parastina destkeftiyên şehîdan da
YPG û YPJ'ê soza parastina destkeftiyên şehîdan da
YPG û YPJ'ê soza parastina destkeftiyên şehîdan da
YPG û YPJ'ê soza parastina destkeftiyên şehîdan da
2 sibat, 2021   15:47
QAMIŞLO

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di çarçoveya civînên li gel malbatên şehîdan de, îro bi malbatên şehîdan ên bajarê Qamişlo re civiya.

Civîn li hola Rewabî hate lidarxistin. Hola bi wêneyên şehîdan, alên Meclisa Malbatên Şehîdan, YPG û YPJ'ê hat xemilandin. Derdora 300 malbatên şehîdan di civînê de amade bûn.

Ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê, deqeyeke rêz hate girtin. Piştre ji fermandarên YPG'ê Mihemed Zêdan axivî û got: "Serkeftinên ku me bi dest xistine, berhemên fikir û felsfeya rêbertî ne. Bi saya keda şehîdan me gelek herêmê rizgar kirin û destkeftiyên gel parastin."

Di civînê de, Berdevkê Fermî yê YPG'ê Nûrî Mehmûd axivî û ev tişt anî ziman: "Yên ku canê feda kirine şehîd in, em jî deyndarên şehîdan e, divê em her tim wan bi bîr bînin û erka me ye ku xeta wan têkoşînê bidomînin."

Mehmûd destnîşan kir ku ew hêz û serkeftina xwe ji malbatên şehîdan digirin, ne ji destek û piştgiriya wan bûye nedikarîn serkeftinan pêk bînin û astengiyan derbas bikin.

Ji fermandarên YPJ'ê Roj Devrem  jî da zanîn ku şervanên YPJ'ê ji cîhanê re bûne semola berxwedanê. Her wiha teqez kir ku dê şervanên YPJ'ê têkoşîna xwe li hemberî hêzên tarî bidomînin û herêmên dagirkerî rizgar bikin.

Helbestvan Ferhad Merdê helbest xwendin û li ser şehîdan sinivîzyoneke hate pêşandan.

Civîn bi starnên komên TEV-ÇADN bi dawî bû.

ANHA