Li Babê teqîn: Kuştî û birîndar hene

Hate ragihandin ku, li herêma Pêşesazî ya bajarê Babê di encama teqînekê de bi kêmanî 2 kes hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Li Babê teqîn: Kuştî û birîndar hene
2 sibat, 2021   16:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) got, li herêma Pêşesaziyê ya bajarê Babê yê dagirkerî mayînek ku di erebeyekê de hatibû bicihkirn, hate teqandin.

Li gorî SOHR, teqîn vê êvarê pêk hat, di encamê de bi kêmanî 2 kes hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.