Bi hezaran şêniyên Hol û Serêkaniyê li dijî gefên dewleta Tirk meşiyan

Di xwepêşandanên li Hol û kampa Serêkaniyê de, hate gotin ku gefên dewleta Tirk a dagirker ewlehî û aştiya Şengal û Dêrikê dixe xeteriyê û dijminahiya yekitiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

2 sibat, 2021   15:16
HESEKÊ

Li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hezaran şêniyên navçeya Holê û kampa Serêkaniyê daketin qadan.

HOL

Bi hezaran şêniyên navçeya Holê ya kantona Hesekê bi alên QSD, Kongreya Star û pankartên "Na ji dagirekriya Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re", li qada giştî ya navçeya kom bûn.

Şêniyan bi berzkirina diruşmeyên silavkirina berxwedana QSD û yekitiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di nava kolanên sereke yên navçeyê meşiyan û li qada sereke mîtîngeke li dar xist.

Piştî deqeya rêzgirtin bi navê PYD'ê Ahîn Elî axivî, di kesayeta şehîd Viyan Soran de, hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anîn.

Ahîn got, dewleta Tirk a dagirker bi desteka hikumeta Şamê ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tehdîd dike û wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker bi gefên xwe armanc dike ku herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. Hikumeta Şamê li Qamişlo û Hesekê hewldanên derxistina fitneyê di navbera pêkhateyan de dike."

Bi navê Kongreya Star a navçeya Holê, Rîm El-Ehmed jî axivî û diyar kir ku gefên rejîma Tirk a bi serkêşiya AKP'ê yên pêkanîna êrişan li ser ewlehî û aştiya Dêrik û Şengalê, dijminahiya yekitiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Rîm El-Ehmed diyar kir ku ew ê li hemberî her êrişan muhtemel ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bisekinin.

Her wiha bi navê Partiya Sûriya Pêşerojê, endamê partiyê Deham El-Salim got, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelên aştîxwaz in, jiyaneke ewle û azad dixwazin, lê dewleta Tirk a dagirker hewl didin deverên din ên Sûriyê dagir bikin.

Deham El-Salim , li hemberî gefên dewleta Tirk û hikumeta Şamê, banga hevgirtinê li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Mîtîng bi diruşmeyên "Şehîd namirin" û "Bijî berxwedana QSD" bi dawî bû.

KAMPA SERÊKANIYÊ

Bi sedan koçberên kampa Serêkaniyê ya li bajarê Hesekê bi meşekê şehîd Viyan Soran bi bîr anîn û gefên dewleta Tirk ên li ser herêmê şermezar kirin.

Meş li ketina kampê dest pê kir. Di meşê de, alên Kongreya Star, wêneyên şehîd Viyan Soran û pankartên "Viyan Soran meşeleya Ocalan e ya ku venamire" hildan.

Meş li qada sereke ya kampê rawestiya. Piştî deqeya rêzgirtin, hevseroka meclisa kampa Serêkaniyê Sûzan Himêdan axivî û soza şopandina xeta şehîdan heta pêkanîna serkeftinê û têkbirina dewleta Tirk a dagirker da.

Sûzan Himêdan, banga hevgirtinê, piştgiriya QSD û parastina destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li gelên herêmê kir.

Çalakî bi diruşmeyên silavkirina berxwedana jin û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA