​​​​​​​Meclisa Hecînê pirsgirêka kehrebê ya bajarok çareser kir

Meclisa Gel a bajarokê Hecînê bi xwediyên cenetorên kehrebê (Ambêr) li ser mekanîzmaya vêxistina cenetoran kehrebê li hev kirin. Her wiha rêveberiyê sotemeniyê piştrast kir ku amade ne mazotê bi nirxên guncaw bidin xwediyên cenetoran.

​​​​​​​Meclisa Hecînê pirsgirêka kehrebê ya bajarok çareser kir
2 sibat, 2021   14:06
DÊRAZOR

Ji ber nebûna sîstemekî pêxistina cenetoran, şêniyên bajarokê Hecînê nerazîbûnên xwe nîşan dan. Di heman demê de, xwediyên cenetorên kehbreyê jî daxwaza mazotê û buhbûna nirxê her ambêrekê bi 6 hezarî, kirin.

Bi armanca çareserkirina pirsgirêkan, îro Meclisa Bajarokê Hecînê civînek bi xwediyên cenetoran re bi beşdarbûna rêveberiyên saziyên xizmetî li dar xistin.

Di civînê de biryar hate girtin ku rojane 6 saetan cenetor were vêxistin û rêveberiya sotemeniyê jî mazotê bi nirxekî guncav bide. Di heman demê de nirxê her ambêrekî jî bi 4 hezar leyreyên sûrî hate diyarkirin.

Her wiha di civînê de hate diyarkirin ku ku ger nirxê dolar li hembe lîreya sûrî zêdetir bibe, dê li gorî wê bi xwediyên cenetoran re buhayê ambêran diyar bikin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ohsbwwP3mCg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>