Li taxên Eyn Îsayê topên neteqiyayî yên dewleta Tirk

Di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser rojhilatê navenda navçeya Eyn Îsayê de, topek neteqiyayî li taxên niştecihan ket.

Li taxên Eyn Îsayê topên neteqiyayî yên dewleta Tirk
2 sibat, 2021   15:31
EYN ÎSA

Ev 70 roj in dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane derdora navenda navçeya Eyn Îsa û rêya M4  topbaran dikin.

Di êrişa vê sibehê de ya li ser gundê Seyda û aliyê rojhilatê navenda navçeyê de topek li taxa Sînaa ya dikeve rojhilatê navenda navçeyê ket, ku tijî sivîl in.

Giraniya topê 30 kg e û dirêjahiya wê 50 cm. Ev top ji aliyê baregeha leşkerî ya dagirkeran ve  ya ku 2 km dikeve bakurê navçeyê hate avêtin.

Li gelek mal û derdora rêyên di nava navçeyê de, topên tank û hawanan ên neteqiyayî belav dibin. Her wiha agahî hene ku bi dehan topên wiha li gundên Mişêrfê, Cehbe , Mielk û rêya M4 hene.

Di topbarana beriya demekê ya li ser taxên bakur û rojhilatê navçeyê de, 6 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 16 jî birîndar bûn, di nav de jin û zarok hebûn.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9epjW9-502k" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>