Şandeyek rûsî û hikumeta Şamê serdana bendên kontrolê yên derdora Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin

Şaniyeke ji hêzên Rûsya û hikumeta Şamê serdana benda kontrolê yên li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin. Her du tax ji aliyê hikumeta Şamê ve hatine dorpêçkirin.

Şandeyek rûsî û hikumeta Şamê serdana bendên kontrolê yên derdora Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin
2 sibat, 2021   14:24
HELEB

Şandeya leşkerî ji efserên Rûsî û hikumeta Şamê pêk dihat, serdana bendên kontrolê yên derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirin. Ev tax beriya çend salan ji aliyê şervanên YPG û YPJ'ê ji çeteyên dewleta Tirk ve hatine rizgarkirin.

Ev serdan di demekê de ku hikumeta Şamê ji zêdetirî 6 mehan ve ambargo li ser herdu taxan ferzkiriye, pêk hat.

Ji beriya mehekê ve, hikumeta Şamê girtekên li dijî şêniyên her du taxan girantir kirine. Bi armanca kontrolêkirin, şênî neçar dikin ku bi seatan li ser bend bimînim.

ANHA