Hêzên Ewlekariya Hundirîn bîlançoya xebatên xwe di meha Çileyê de eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga parastina yekitiya xwîna gelê Sûriyê, bidawîkirina rewşa aloz ku hêzên hikumeta Sûriyê derxistiye û parastina yekitiya xaka Sûriyê, kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bîlançoya xebatên xwe di meha Çileyê de eşkere kir
2 sibat, 2021   13:36
QAMIŞLO

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi civîneke çapemeniyê li bajarokê Rimêlan ê girêdayî kantona Qamişlo, bîlançoya xebatên xwe di Çileya 2021`an de eşkere kir.

Berdevkê Fermî yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojihlatê Sûriyê Elî El-Hesen bi zimanê erebî û endama rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîhan Mihemed bi zimanê kurdî, dauxyanî xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Wekî tê dîtin ku piraniya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ên li eniyên şer ên bi çeteyên dewleta Tirk a dagirker re, rojane rastî êrişan tên, binesaziya bajaran di hedefa êrişan de ne û xelkê wan herêman neçar dikin ku mal, gund û bajarên xwe terk bikin.

Hemwextî wê yekê DAIŞ rêzeçalakiyên terorîst bê navber didomîne. Bi taybetî li kampa Holê, gundewarên Dêrazorê û çolistana Sûriyê ku di encamê de bi dehan şehîd û birîndar çêdibin. Diyar e ku armanca sereke ya êrişên çeteyên dewleta Tirk ew e ku DAIŞ careke din nefesê bikişîne û xwe komî ser hev bike.

Di demên dawîn de rejima Sûriyê li bajarên Qamişlo û Hesekê rewşeke hewl dide rewşeke aloz derxîne û bi wê yekê armanc dike ku aramî û ewlehiya li herêmê têk bibe da ku biratiya di navbera pêkhateyên herêmê de xirab bike û ji hev bixe.

Wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn em girêdayî yekbûna xwîna gelê Sûriyê ne û em kar dikin ku em vê aloziya ku rêjima Sûriyê derxistiye bi dawî bikin. Her wiha em yekbûna xak û gelê Sûriyê diparêzin. Em tekez dikin ku em ê jiyana asayî vegerînin. Her wiha em ê derfetê bidin ku hemû madeyên alîkariyê derbasî cihên rejimê yên li her du bajarên Qamişlo û Hesekê, bibin.

Ruxmî hemî destwerdan û krîzên heyî jî, wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê em li ser sozên xwe ne ku gelên herêmê bi hemî pêkhatên xwe biparêzin û bê navber li dijî hemû cureyên tawangerî û terorî bi hemû hêza xwe têbikoşin.

BÎLANÇOYA MEHÊ:

10 dewreyên cihêreng hatin birêxistinkirin, tê de 693 endaman perwerde dît.

Tîmên endeziyariya mayînan 23 mayîn bê bandor kirin. Li seranserê herêmê 25 teqîn çêbûn, di encamê de 12 sivîl şehîd bûn û 21 sivîl birîndar bûn.

Hêzên me bi hevkariya bi Koalîsyona Navneteweyî re li dijî şaneyên veşartî yê terorîst 7 opersyonên hevbeş pêk anîn.

Di berdewamiya pêngava “Jiyan berpirsiyarî ye” ya li dijî madeyên hişbiriyê, hêzên me 225 sûcdarên bazirganî û belavkirina madeyên hişbiriyê girtin. 143 dosyayên madeyên hişbiriyê radest kirin, di heman demê de 5 şaneyên bazirganî û qaçaxçiya şûnewaran bê bandor kirin û dane girtin.

13 tawanên kuştinê hatin eşkerkirin, di heman demê de 4 hewldanên kuştinê pêk hatin.

6 tawanên sextekirina pereyan û 21 tawanên sextekirina belgeyên fermî hatin eşkerekirin.

Girêdayî dosyayên dizîyê, 106 bûyerên diziyê û 14 tawanên bikaranîna nasnameya kesekî hatin tesbîtkirin. 14 dosyayên fêlbazî û 25 dosyayên derbaskirina edeb û dispilîna civakê, hatin eşkerekirin.

REWŞÊN AWARTE:

Rewşên ku hatin pêşwazîkirin bi giştî 713 in, ji wan 410 rewşên sar û 303 rewşên gerim. Di heman demê de ji bo 4 qezayên trafîkê û 3 bûyerên şewatê destwerdana lezgîn kirin.

HÊZÊN HAWARÎ:

Hêzên Hawarî di 23 rewşan de, 3 teqîn û 87 qezayên trafîkê destwerdana lezgîn kirin.

POLÎSÊN TRAFÎKÊ:

Di vê mehê de civîna sala 2020`î ya Polîsêln Trafîkê hate lidarxistin. 3 hezar û 275 kesan ji bo destûra ajotinê qeyda xwe çêkirin.

EWLEKARIYA BENDÊN KONTIROLÊ Û RÊYAN:

Bendên me yên kontrolê 124 çekên neruxstkirî desteser kirin.

Hijmarek hewldanên qaçaxçiyê bê bandor kirin ku tê de hezar û 520 lître benzîn, 26 hezar û 940 lître mazot û 68 ton ceh desteser kirin.

Rewşên qeza, şewat û nelihevkirinên li ser rêyan ku bi rêya kamîreyên çavdêriyê hatin dîtin û mudaxlekirin, 28 rewş in.

Odeyên opersyonê bi rêya xetên peywendiya germ 737 gilî pêşwazî kirin.

Her wiha 3 hezar û 289 girtî radestî komîteya lêpirsîn û dozgeriyê hatin kirin, 2 hezar û 81 girtî serbest hatin berdan.

HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN-JIN:

45 endaman perwerdeyên pisporî û fikirî dîtin. Di heman demê de hêzên jin di vê mehê de li ser 3 dosyayên diziyê, dosyayeke kuştinê, 2 dosyayên fihûşê û dosyayeke fîlbaziyê kar kirin. Di hemû dosyayên borî de jin sûcdar bûn. Dosyên ku sûc li jinê hatiya kirin jî ev in; 7 dosyayên kuştinê û 3 hewldanên xwekuştinê. Hijmara jinên sûcdar ên ku hatine girtin 190 e, ji wan 115 serbest hatin berdan.

Wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û ji destpêka avakirina hêza xwe ve û heta niha me soz daye ku kar û erkên xwe bi zelalî û bi hemû hêza xwe bikin xizmete ewlehî û ewlekariya hemwelatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Em soz didin ku em ê destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin û li ser xet û soza şehîdên xwe bin ên ku nexşeya jiyana azad û bi rûmet ji bo me xêz kirine.”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/R3GbDPhe_HQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>