Semer Hisên: Hêzên me êrişî sivîlan nakin

Hevseroka Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê, Semer Hisên piştrast kir ku hikumeta Şamê û hêzên girêdayî wê hewl didin li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn tevgerên provokatîv pêk tînin. Semer bang li şêniyan kir ku bi planên hikumeta Şamê neyên xapandin.

Semer Hisên: Hêzên me êrişî sivîlan nakin
2 sibat, 2021   10:09
 QAMIŞLO-MÎDYE HENAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Qamişlo û Hesekê li herêma Cizîrê rastî êrişên komên çekdar ên girêdayî hikumeta Şamê û endamên Dîfa El-Wetenî hatin.

Ev êriş, piştî serdana serokê istixbarata dewleta Tirk Hakkan Fîdan ji Şamê re ku bi rayedarên hikumeta Şamê re civiya û hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Eyn Îsa û gundewarên Til Temirê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêk hatin.

Derbarê mijarê de, Hevseroka Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Semer Hisên axivî û got: “Ji destpêka şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hikumeta Şamê bi armanca têkbirina ewlehiya herêmê, hewl dide fitneyê derxe. Ruxmî tevahiya hewldanên Rêveberiya Xweser, lê  hikumetê rêgeza xwe ya zordest û siyaseta înkarkirinê li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne û diyalogê red dike.”

Semer da xuyakirin ku hikumeta Şamê di vê dawiyê de hewl dide nakokiyekê li herêmê derxe bi taybet li bajarên Qamişlo û Hesekê.

Her wiha Semer destnîşan kir ku tevgerên provokatîv û êrişên hikumeta Şamê bi girtina endamê Dîfa Wetenî ji gelek ciwanên li Hesekê û Qamişloyê re destpê kirin û êrişî bendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin.

`NE PÊKANE KU HÊZÊN ME SIVÎLAN BIKIN HEDEF`

Semer wha domand: “Li ser dezgehên çapemeniyê îdia dikin ku hêzên me gule li xwepêşendaran berandine. Helbet ev ne rast e. Ne pêkane ku hêzên me sivîlan bikin hedef. Piştî wan îdiayan me dest bi lêpirsîn û lêkolînan kir, lê diyar bû ku kesên jiyana xwe ji dest dane endamên Dîfa Wetenî ne û me ev yek ji raya giştî re zelal kiribû.”

`HIKUMETA ŞAMÊ DORPÊÇA XWE YA LI SER ŞEHBAYÊ PAŞGUH DIKE`

Semer bal kişand ser hewldanên hikumeta Şamê ji bo derxistina fitneyê di navbera pêkhateyan de û wiha domand: “Ew armanc dike ewlehiya herêmê têk bibe û li ser asta çapemenî êrişî Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dike, da ku ji cîhanê re xuya bike ku me dorpêçek li ser herêmên wê ferz kiriye û nahêlin sivîl derkevin. Lê ev yek qet ne rast e. jiyan li Hesekê asayî ye û sivîl bi awayekî asayî pêdiviyên xwe peyda dikin.”

Semer wiha domand; “Hikumeta Şamê dorpêça ku li ser Şehbayê ji demeke dirêj ve ferz kiriye û nahêle pêdiviyên rojane derbasî wir bibin, paşguh dike.”

Hevseroka Desteya Hundirîn a herêma Cizîrê bang li tevahiya pêkhateyên herêmê kir ku bi planên hikumeta Şamê neyên xapandin û ji lîstokên wê hişyar bin.

(şx)

ANHA