Rêxistinên hiqûqî: Hikumeta Şamê hewl dide şênî û koçberên Şehbayê birçî bihêle

Rêxistinên hiqûqî û sivîl diyar kir ku hikumeta Şamê hewl dide niştecihên Şehbayê birçî bihêle, ev yek jî li gorî qanûnên navneteweyî sûcê şer e.

Rêxistinên hiqûqî: Hikumeta Şamê hewl dide şênî û koçberên Şehbayê birçî bihêle
1 sibat, 2021   14:04
ŞEHBA

Bi dehan enadmên Yekitiya Parêzeran a Herêma Efrînê û rêxistinên civaka sivîl li Kampa Serdem a kantona Şehbayê kom bûn û daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê rêvebera Yekitiya Mamosteyan Bêrîvan Sîdo û endamê Yekitiya Parêzeran Ferîd Yûsif ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser bajarê Efrînê şêniyên wê hatin kuştin û neçarî koçberiyê bûn. Heta niha dewleta Tirk siyaseta xwe bi rêya tobarana li ser herêmên Şehbayê ku sivîlên ji Efrîn û Şehbayê lê dijîn, didomîne.

Dewleta Tirk komkujî li dijî şêniyan pêk anî. Di 2019`an komkujiya Til Rifatê pêk anî û praniya kesên tê de şehîd bûn, zarok bûn. Di 2020`an de komkujiya Aqîbê û di 23`ê Çileya 2021`an de jî komkujiya duyemîn li Til Rifatê, pêk anî.

Hikumeta Şamê jî ji beriya 3 salan ve siyaseta birçîbûn û dorpêçê li ser şêniyên Efrîn û Şehbayê dimeşîne. Li gorî serjimêriyê hejmara koçberan 150 hezar e û li 5 kamp û malên nîvhilweşyayî bi cih bûne. Her wiha niştecihên wê yên resen jî lê dijîn.

Ev ne cara yekemîn e ku hikumeta Şamê vê yekê dike. Beriya wê jî gelek caran dorpêç ferz kiribû. Di 2`ê Hezîrana 2018`an, 10`ê Cotmeha 2018`an, 12`ê Tîrmeha 2019`an û 15`ê Mijdara 2020`an de, bêy cudahî dorpêç li ser hemû şêniyên Şehba û Efrînê ferz kiribû.

Ji ber dorpêçê zehemtiyên gel di peydakirina gaz, mazot, pêwîstiyên tenduristî, şîrê zarokan û madeyên xwarinê de, zêde kir. Ev yek qanûnên navneteweyî yên mirovî binpê dike.

Em bang li saziyên civaka sivîl û NY`yê dikin ku destwerdaneke lezgîn bikin û rejîma Sûriyê neçar bikin ku dorpêça li ser herêma Şehbayê rake, ji ber ku ew herêmeke wêrankirî ye û pêwîstiya wê bi alîkariyên lezgîn heye.

Her wiha em bang li komîteya navneteweyî ya Xaça Sor, dezgehên çapemeniya herêmî û cîhanî dikin ku balê bikişînin ser rewşên mirovî yên zehmet ku li ser şêniyên Efrînê yên bi darê zorê neçarî koçberiyê bûne û şêniyên Şehbayê.”

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ohT-Fd6GmYg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>