Meclisa navçeya Erîşe ji bo şermezarkirna êrişên li ser herêmê meşek li dar xist

Endama rêveberiya Kongreya Star Recaa El-Salih di meşa li navçeya Erîşe ya kantona Hesekê de got “Jin dê heta rizgarkirina tevahiya herêman ji terorê pêşengiyê bikin, li ber xwe bidin û tê bikoşin.”

Meclisa navçeya Erîşe ji bo şermezarkirna êrişên li ser herêmê meşek li dar xist
1 sibat, 2021   14:02
HESEKÊ

Ji bo şermezarkirina sûcên çeteyên dewleta Tirk ên bi navê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê yên domdar li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê, meclisa navçeya Erîşe meşek li dar xist.

Meşê ji ber avahiya Şaredariya Gel dest pê kir li qada Meclisa Sivîl a herêmê bi dawî bû û veguherî mîtîngê. Beşdaran alên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), pankartên “Na ji dagirkeriya Osmaniya Nû re ya li ser bakurê Iraqê, Lîbya û Sûriyê” û wêneyên komkujiyên dagirkeriya Tirk a li dijî şêniyên Efrînê û zarokên wê hildan.

Di mîtîngê de bi navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) endamê rêveberiya nivîsgeha Şedadê Refet El-Derwîş axivî û got: “Dewleta Tirk li gel bêdengiya navneteweyî rojane êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, sûcên dermirovî pêk tîne û ewlehiya wê têk dibe.”

El-Derwîş diyar ki ku gelên herêmê û Şengalê yek in û dê li hemberî hewldanên dewleta Tirk û çeteyên wê ji bo dagirkirina wê yan jî radestkirina wê ji hikumeta Iraqê re, li ber xwe bidin.

Endama rêveberiya Kongreya Star a navçeya Erîşe Recaa El-Salih destnîşan kir ku berxwedana wan û berxwedana şehîdan mîna Hind El-Xidêr û Seîde El-Hermas û şehîdên azadiyê berdewam e û dê êrişên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ`ê vîna jinên azad neşikînin.

Meş bi berzkirina sloganên silavkirina berxwedana jinên azad û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2FmlBrjfyLE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>