​​​​​​​Nivîsgeha Sewaldariyê ya Reqayê dermanê nexweşiya tebekê dabîn kir

Piştî ku nexweşiya tebekê di nava sewalên şêniyên bajarê Reqayê de belav bû, Nivîsgeha Sewaldariyê ya girêdayî Komîteya Çandinî û Avdanê ya Reqayê dermanê aşlekirina nexweşiyê  peyda kir.

​​​​​​​Nivîsgeha Sewaldariyê ya Reqayê dermanê nexweşiya tebekê dabîn kir
1 sibat, 2021   13:05
REQA – EHMED EL-ESAF

Ji beriya 2 mehan ve gelek sewalên şêniyên herêma Reqayê ji ber belavbûna nexweşiya tebekê (FMD), mirar bûn.

Piştî hewldanên Nivîsgeha Sewaldariyê ku nexweşî belav nebe, dermanê aşlekirinê peyda kir û bi buhayekî kêm li şêniyan belav kir.

Dermanê aşlekirinê bi rêya bijîşkên beyterî li gundewarên Reqayê, hate belavkirin.

Ji rêveberên Nivîsgeha Sewaldariyê Muzin El-Salih got: "Di demên dawîn de nexweşiya tebekê di nava sewalan de belav bûye. Ji ber wê û ji ber nepeydakirina dermanê aşlekirinê gelek sewal mirar bûn."  

/ar/uploads/files/2021/02/01/105833_mnthr-alsalh.webp

Muzir El-Salih wiha domand: "Me bi koordînasyona bi rêxistina Sîham Barî re derman peyda kir û nêzî 45 hezar sewal û çêlek hatin aşlekirin."

Muzir El-Salih destnîşan kir ku piştî hemleya aşlekirinê vîrus ketiye bin kontrolê.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2r-p0mt5qko" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>