​​​​​​​Komîteya Jinan: Têkoşîna me dê bidome

Komîteya Jinan a Hecînê bi daxuyaniyekê qetilkirina Hinde û Seîde de şermezar kir û got "Hûn nikarin bihara me dereng bixin, şoreşa me didome û em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

​​​​​​​Komîteya Jinan: Têkoşîna me dê bidome
1 sibat, 2021   12:36
DÊRAZOR

Hevseroka Gerînendetiya Çandê Emine El-Salim daxuyanî bi amedebûna bi dehan jinan, rêveberiyên sazî û komîteyên gundewarên rojhilatê Dêrazorê xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tundrawên bi navê ola îslamî sivîlan dikujin, sûcan pêk tînin û seriyan jê dikin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Hûn nikarin bihara me dereng bixin, şoreşa me didome û em dê asta têkoşîna xwe heta ku armancên xwe pêk bînin û zilm, zordarî û dagirkeriyê têk dibin, bilind bikin.”

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/IFOeOgJlWew" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>