Li Lîbyayê tevî civînan jî pirsgirêk didomin

Tevî piraniya rêyên çareseriya Lîbyayê ku diyalogên wê li gelek dewletan hatin lidarxistin lê hê jî aloziya Lîbyayê di cihê xwe de ye.

Li Lîbyayê tevî civînan jî pirsgirêk didomin
1 sibat, 2021   12:17
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHYA EL-HEBÎB

Aliyên Lîbyayê gelek civîn li hundir û li derveyî welat li dar xistin da ku aloziya welatê xwe bi dawî bikin. Kongreya navneteweyî ya der barê Lîbyayê de ku li Berlînê ya paytexta Almanyayê di 19`ê Çileyê 2020`an de bi sponseriya NY`yê hate lidarxistin, qonaxeke balkêş bû di aloziya Lîbyayê de.

Hikumetên Almanya, Fransa, Brîtanya, Îtalya, Rûsya, Çîn, Misir, Tirkiye, Îmarata Erebî, Cezaîr, DYA, Kongo, nûnerên NY`yê, Yekitiya Afrîkayê, Yekitiya Ewropayê û Komkara Erebî tev li lûtkeya Berlînê bûn.

Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê lîbyayî Cibrayîl El-Ubeydî di vê derbarê de got: "Civîn bi zexta navneteweyî ji bo bidawîkirina aloziya Lîbyayê dest pê kir.”

Cibrayîl El-Ubeydî wiha domand: "Civînên çareserkirina aloziya Lîbyayê di çarçoveya ewlehiyê de ne, ji ber hebûna hin milîsên ku ji derve hatine. Şandina çeteyan ji aliyê dewleta Tirk ve ji bo destekdayîna komên îslamî yên siyasî ku xwe ji bo projeya Osmaniya Nû, dispêre wan."

Kongreya Berlînê çareseriya aloziya Lîbyayê li 3 beşan dabeş kir anku aliyên siyasî, leşkerî û aborî.

Di aliyê leşkerî de di kongreyê de banga agirbestê, qedexekirina anîna çekan, ferzkirina cezayan li ser dewletên ku vê yekê binpê dikin, bidawîkirina leşkerkirina çeteyan kir. Her wiha di kongreyê de lihevkirin der barê avakirina komîteya leşkerî ya ‘5 +5’ ji bo şopandina agirbestê ku ji 5 aliyan pêk tê, hate erêkirin. Aliyê tev lê bûbûn jî ev in; hikumeta El-Wîfaq bi serkêşiya Fayiz El-Serac û Artêşa Nîştimanî bi serkêşiya Hefter.

Di aliyê siyasî de jî banga avakirina hikumeteke hevgirtî û meclisa serokatiyê li Lîbyayê hate kirin. Di belgeyê de wiha hate gotin: "Em destekê didin lihevkirina siyasî li Lîbyayê wek esasekî ji bo jiyanê da ku bigihêjin çareseriya siyasî li Lîbyayê. Em banga avakirina mecliseke serokatiyê ya aktîf û avakirina hikumeteke Lîbyayê ya hevgirtî dikin ku ji aliyê parlamentoyê ve were erêkirin.”

Girêdayî aboriyê daxuyaniya kongreyê girîngî da vegerandin, rêzdarî, parastina aramiyê, yekitî, serweriya qanûnî ji hemû saziyên Lîbyayê re bi taybet banka navendî ya Lîbyayê, desteya şêwirmendiyê ya Lîbyayê, şîrketa nîştimanî ya petrolê û desteya lêvegera diravî.

Rêveberên 16 dewlet û rêxistinên tev li kongreyê bûne, soz da ku ew ê li gorî endamên kongreyê ku destwerdana ji Lîbyayê re rawestînin, rêzdariyê bidin qedexeya şandina çekan da ku şerê navxweyî yê Lîbyayê bi dawî bibe.

ALIYÊ LEŞKERÎ… HEWLDANEK JI BO YEKITIYA ARTÊŞÊ

Tevî ku komîteya leşkerî serkeftineke biçûk di dirêjkirina agirbesta li welêt de pêk anî, lê ew di pêkanîna armancan de ku ew jî derxistina hêzên biyanî û çeteyan e, têk çû.

Komîteya leşkerî ya hevbeş a girêdayî Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê û hikumeta El-Wîfaq di 23`yê Mijdara 2020`an de der barê agirbesta li tevahî Lîbyayê de lihevkirinek îmze kir ku divê hemû çete û leşkerên biyanî ji xaka Lîbyayê di nava 3 mehan de derkevin. Lê ev yek pêk nehat, 3 meh derbas bûn û hêzên dewleta Tirk û çeteyên wê yên ji Sûriyê, derneketin.

Piştî peymana Qahîreyê bi destekdayîna navneteweyî Misirê hewl da ku yekitiya saziya leşkerî ya Lîbyayê ava bike û gelek civînên komîteya leşkerî li gel xwe li dar xistin.

El-Ubeydî destnîşan kir ku civînên ku bi komîteyên leşkerî dest pê kirin, karibûn agirbestê û pevguhartina hejmareke ji girtiyên her du aliyan pêk bîne, lê ew heta niha nikare çeteyên ku Erdogan şandine, derxe.

Her wiha lêkolîner û pisporê leşkerî û siyasî Şerefedîn Saîd El-Elwanî jî behsa civînên li Lîbyayê kir û got hemû aliyên civînan piyon in û lîstikvan jî hêzên derve ne.

Şerefedîn Saîd El-Elwanî wiha axivî: "Tu kes ji bilî leşkeran li ser nîştimanî û berjewendiya welêt kom nebû. Leşkerên bi girêdanên cuda di soza xwe de vegeriyan xwedan û welat, bûn aliyek di çareseriya aloziya navneteweyî de.”

Beriya çend rojan gerînendeyê Rêveberiya Perspektîfên Manewî ya artêşê Xalid El-Mehcûb ji rojnameyekê re ragihand ku hin astengî hene ku bendên peymana Cinêvê pêk neanîn. Li gorî bendên Cinêvê divê hemû hêzên leşkerî ji eniyên şer derkevin û vegerin baregehên xwe. Di heman demê de, divê hemû çete û hêzên biyanî ji Lîbyayê derkevin.

Têkildarî aliyên ku hewldanên çareseriyê asteng kirin, El-Elwanî got ew aliyên ku dixwazin rewş wekî xwe bimîne û bi vê yekê parastina peywir û destkeftiyên xwe bikin, di serî de Îxwanî ne, ji ber ku dizanin ger li Lîbyayê bi bin bikevin, dê têk biçin.

Der barê rêgeha siyasî de aliyên Lîbyayê li gelek dewletan wekî Tunis, Mexrib, Lîbyayê û Cinêvê civîn li dar xistin.

Dan û standinên di navbera şandeya Meclisa Dewletê ya Terablusê û Parlamentoya li Tibriqê têkildarî parvekirina her heft peywirên serweriyê yên li dewletê ku di navbera aliyên binakok ên li rojhilat û rojava de bû.

Di 23`yê Kanûna derbasbûyî de aliyên diyalogê yên Lîbyayê yên li Mexribê kom bûne, piştî çend diyalogan, der barê belavkirina peywirên serweriyê de peyman îmze kirin.

Kesên beşdarî komxebata diyalogan a siyasî ya Lîbyayê bûbûn ku li paytexta Tunisê di Mijdara derbasbûyî de li dar ket, peymana Cinêvê û doza rakirina çekan ji xwe re esas girt.

Sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres di gelek boneyan de îşaret bi girîngiya garantiya qedexekirina çekên li Lîbyayê kiribû û pêşeroja welat wekî ku ji nakokiyên partîtiyê û siyasî mezintir be ragihand û peymana Cinêvê ji bo diyalogên siyasî yên li Tunisê gavek e.

Şandeya NY`yê li Lîbyayê roja yekşema derbasbûyî lîsteya namzetên Meclisa Serokatiyê ya demkî û peywira serokwezîran ku ji kesayetên rojavayê welat û rojhilatê wê pêk tê eşkere kir.

Divê Meclisa Demkî heta 24`ê Kanûnê ji nû ve yekitiya saziyên dewletê çêke û garantiya ewlehiyê bide.

Lîste ji 45 kesan pêk tê, 3 ji wan jin in, her wiha ji kesayetên siyasetmedar ên herêmê yên ji rojava û rojhilatê welat pêk tê. Her du herêmên ku li ser desthilatê di nava rikberiyekê de ne û hin jî ji başûr in.

Der barê encamên van civînan Lîwaa El-Wanî got ku negihaştine encamekê û dê negihêjin jî, ji ber ku lîstok û çareserî di destên hin aliyên derve de ku tenê li berjewendiyên xwe digerin, ji bilî Qahîreyê.

‘DEWLETA TIRK GUHÊN XWE DIGIRE’

Tevî vê yekê jî lê aloziya Lîbyayê gavekê paşde diçe û li çargoşeya destpêkê vedigere. Ev yek ji ber hebûna derve û çeteyan e.

Der barê vê yekê de lêkolînerê siyasî û pisporê Lîbî Mihemed Salih El-Terhûnî wiha got: "Heger mase ne Lîbî – Lîbî be dê civîn bi ser nekevin. Ev yek ji ber destwerdana dewleta Tirk bi rêya milîsên Wîfaqe.”

El-Ubeydî got rola derve ya tevlîhev baş diyar e, weke destwerdana dewleta Tirk a dagirker ku hewl da sînorê erdnîgariyê bi Lîbyayê re li gorî lihevkirineke sexte di aliyê qanûnî û destûrî de, dayne.

El-Terhûnî jî diyar kir ku astengiya sereke û bingehîn dewleta Tirk ji ber çi lihevkirin tê wateya dawîbûn û derketina wê bi temamî û ev yek jî tê wateya binketina wê û derketina piştî nakokî û pirsgirêkên ku dewleta Tirk li Lîbyayê, dewletên cînar û Deryay Spî, derxist.

Her wiha El-Terhûnî destnîşan kir ku dewleta Tirk helwesta xwe ya dagirkerî û xeyalên xwe yên reş di zengîniya Lîbyayê de ne guhert û ew jî sedema yekem di destwerdana Tirkiyê de ye.

'CIVAKA NAVNETEWEYÎ BERPIRSIYAR E’

Der barê helwesta navneteweyî El-Elwanî ev tişt got: "Çareseriyên Lîbyayê ne di destê gelê Lîbyayê de ye lê belê di destê civaka navneteweyî de. Ew sedema hebûna hikûmetê ye ku bi navê Wîfaq û ne li ser lihevkirinekê hate avakirin. Sedema din jî ku navê demokrasiyê lê kir û ew ne demokrasiya ku li welatê xwe pêk tînin.”

El-Elwanî anî ziman ku civaka navneteweyî berpirsa yekemîn û dawîn e û heger bersivê nede xeterî dê ber bi Ewropayê ve biçe.

El-Terhûnî tekez kir ku helwesta navneteweyî pir lewaze ji ber li pêşiya berfirehiya dagirkeriya Tirk ne girtiye û ew jî heta niha balafirên bar û çeteyan ber bi Lîbyayê ve dişîne û ev yek jî gefan li ewlehiya nîştimanî û ewlehiya dewletên cîran dike.

(bx-eh)

ANHA