Arşek Baravî: Wateya mayîna ENKS’ê di nava îtîlafê de şirîkatiya dagirkeriyê ye

Arşek Baravî destnîşan kir ku ENKS di destê dewleta Tirk a dagirker de amûrek e û dewleta Tirk wê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Baravî diyar kir ku mayîna wê di nava îtîlafa Sûriyê de tê wateya ku ew şirîkê dewleta Tirk a dagirker e û heke helwestên xwe wisa berdewam bike, dîrok dê lanetê lê bike.

Arşek Baravî: Wateya mayîna ENKS’ê di nava îtîlafê de şirîkatiya dagirkeriyê ye
1 sibat, 2021   08:07
QAMIŞLO-HÊLÎN ABDULLAH

Mayîna Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di nava îtîlafa Sûriyê ya girêdayî dewleta Tirk de, dijberiya wê ya li hemberî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û her projeyeke demokratîk li Sûriyê, gelek pirsan di nava civak û siyasetmedaran de çêdike.

Îro jî gel ji ENKS’ê dixwaze ku dev ji îtîlafa Sûriyê berde ku di destê dewleta Tirk de, bûye amûrek ji bo ku planên xwe li Sûriyê pêk bîne.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê, nivîskar û lêkolînerê zimanê kurdî Arşek Baravî ku berê jî endamê ENKS’ê bû, da zanîn ku gelek sedemên mayîna ENKS’ê di nava îtîlafê de hene û wiha got: "Berê navê îtîlafa Sûriyê, Meclisa Nîştimanî ya Sûriyê bû. Îtîlafa Sûriyê bi fermana serokwezîrê dewleta Tirk Ahmet Davutoglu bê guman bi piştevaniya hikumeta Başûrê Kurdistanê di 2012’an de hate avakirin. Ji ber ku ENKS girêdayî hikumeta Başûrê Kurdistanê ye."

Arşek Baravî diyar kir ku piştî vê gavê, êdî ENKS ne xwedî tu biryarekê ye. Lê belê biryar di destê AKP`ê de ye anku hikumeta Tirk û wiha domand: "Dewleta Tirk piştî ku îtîlafa Sûriyê ji civaka navneteweyî bi dûr xist, ew kontrol kir. Da ku ferman di destê dewleta Tirk de be, diviyabû ENKS’ê di nava îtîlafê de bimîne û wek nûnerê Kurdan di nava îtîlafê de were nasandin, hedef jî pêkanîna berjewendiyên dewleta Tirk bû."

Têkildarî sedema ku îtîlaf û dewleta Tirk dev ji ENKS’ê ve bernadin, Baravî ev yek destnîşan kir: "Pêwîstiya wan bi mayîna ENKS’ê di nava îtîlafê de heye da ku bibêjin nûnertiyeke Kurdan di nava îtîlafê de heye. Li aliyekî din jî dewleta Tirk jî naxwaze ENKS ji nava îtîlafê derkeve da ku Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Rêveberiya Xweser a Demokratîk, YPG, YPJ û QSD’ê reş bike. Ji wê zêdetir jî dixwaze raya giştî bixapîne û bibêje ku ENKS nûnertiya Kurdan dike."

‘ENKS DI DESTÊ DEWLETA TIRK Û ÎTÎLAFÊ DE AMÛREK E’

Têkildarî biryarên ku îtîlafa Sûriyê bi fermana dewleta Tirk pêk tîne û helwesta ENKS’ê ji îtîlafê, Baravî wiha axivî: "Di destpêkê de, ENKS neçar bû ku biryarên ku Îtîlafa Sûriyê dide, qebûl bike. Lê paşê ev biryar bi erêkirina wê bû. Piştre ENKS di destê dewleta Tirk û îtîlafê de bû amûrek. Her wiha dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji bermahiyên DAIŞ’ê ku qaşo bi navê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê ne û ji hêla Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve têk çûn, helwesta ENKS’ê bi kar anîn û êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin. Herî dawîn gefa destwerdana li ser Dêrik û Şengalê xwarin."

Baravî da zanîn ku îtîlaf tiştek ji bo xizmetkirina gelê Sûriyê nekiriye, berovajî wê xizmetî dewleta Tirk dike û dijbertiya gelê Sûriyê dike. Baravî wiha pê de çû: "Her 16 bendên têkildarî gelê Kurd ku di 2013’yan de li ser hatine lihevkirin, tiştek jê jî pêk nehat û tenê axaftin bûn.”

‘DÎROK DÊ LANETÊ LI ENKS’Ê BIKE’

Baravî wiha axivî: "ENKS bi tu awayî nûnertiya gel nake, tenê bi navê xwe diaxive. Bûye kole û pereyan kom dike. Nikare xwestekên gelê Kurd pêk bîne. Her wiha ji ber helwestên ku nîşan dide, êdî baweriya gel jî pê nemaye û dîrok dê lanetê li wê bike."

Baravî da xuyakirin ku ENKS’ê, tenê navekî wê heye û di civînên navneteweyî de tu kes wê wek nûnerê gelê Kurd pêşwazî nake. Tiştê ku dike jî bi navê Îtîlafê dike, ne bi navê Kurd û ne li gorî tu biryarên Kurdan dike. Tenê xizmetî berjewendiyên derve dike."

‘PERE ÇAVÊ WAN KOR KIR’

Têkildarî serdana nûnerê ENKS’ê yê di Îtîlafê de Abdullah Gedo tevî rêveberên Îtîlafê Sûriyê di 19’ê Mijdara 2020’an de ji kantona Efrînê re û gerên wan li ser gorên serçeteyên girêdayî dewleta Tirk û gerên wan tevî çeteyên ku destê wan di kuştina sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef de heye, Baravî wiha got: "Ew plana dewleta Tirk e ku hewl da rûyê wan hê jî reştir bike, da ku gelê Kurd wan qebûl neke. Lê mixabin ENKS’ê vê yekê nabîne. Ji ber pereyên ku distîne, ew kor bûne û rastiyê nebînin. Ji ber wê jî di destê timakerên Sûriyê di sêrî de dewleta Tirk bûye amûrek ku berjewendiyên wan pêk bîne.”

Arşke Baravî di dawiyê de wiha got: "Em bi hêvî ne ku ENKS dev ji îtîlafê berde û li ser yekitiya Kurdan bixebite. Ji ber mayîna wê di îtîlafê de tê wateya ku xizmetî ajandeyên li dijî gelê Kurd dike. Her wiha nîşaneya ku ew di wan ajandeyan de hevkar e. Li aliyekî din jî mayîna ENKS’ê di îtîlafê de piştevaniya helwesta dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd dike. Her wiha careke din piştrast dikim ku mayîna ENKS’ê di îtîlafê de tê wateya hevpariya bi êrişên dewleta Tirk re yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/82wg0eD8eZo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>