​​​​​​​QSD’ê li Dêrazorê du çeteyên DAIŞ’ê girtin

QSD’ê ragihand ku du çeteyên terorîst ên DAIŞ’ê li gundewarên Dêrazorê girtine.

​​​​​​​QSD’ê li Dêrazorê du çeteyên DAIŞ’ê girtin
31 ÇILE, 2021   21:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da û ev agahî da:

"31’ê Çileya 2021’an, hêzên me û hêzên Koalîsyona Navneteweyî bi oprasyoneke hevbeş li gundê Zîban ê li gundewarê Dêrazorê bi ser cihên şaneya terorîst a girêdayî rêxistina DAIŞ’ê de girtin. Şaneyê plana êrişan li dijî herêmê dikirin.

Di encamê de 2 endamên şaneyê hatin girtin û gelek teqemenî û alavên wan hatin desteserkirin. "

(fr)

ANHA