'Yekitiya gelan komploya navneteweyî vala derxist'

Ji endamên Kongreya Star Leyla Ehmed destnîşan kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê komploya navneteweyî ya li dijî gelên azadîxwaz ê ku di bin banê Rêveberiya Xweser de bi hev re dijînin  vala derxistin.

'Yekitiya gelan komploya navneteweyî vala derxist'
31 ÇILE, 2021   15:19
KOBANÊ

Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê bi boneya nêzîkbûna salvegera 22'an a komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan civîneke li navçeya Sirînê li dar xist.

Civîn li navenda çand û hunerê ya navçeyê bi beşdarbûna bi dehan endamên saziyên sivîl hate lidarxistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtin, endama Kongreya Star a herêma Firatê Leyla Ehmed li ser komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan semîner da.

Leyla got: "Komplo di kesyaeta rêbertî de hemû gelên azadîxwaz kir armanc û ti ferqê naxwe navbera mezheb û nasnameyan."

Leyla Ehmed diyar kir ku komplo ne tenê li dijî kesayeta rêbertî an gelê Kurd bû, di heman demê de li dijî tevahî gelên ku li dijî fikirê faşîst a Tirk tê dikoşin e û got: "Komplo her wiha li dijî gelên ku li hemberî zihniyeta barbar a dewleta Tirk  a ku dixwaze xewna Osmanî ya kevin zindî bike bû."

'HÊZÊN DIJBER LI DIJÎ GELÊN TÊKOŞER SÛCÊN HOVANE PÊK TÎNIN'

Leyla bi domdarî destnîşan kir ku rêbertî bi fikir û xwendina xwe ya durist ji dîrokê re û girtina hêzê ji tecrûbeyên gelan ên berê, zilm, bêmafî qebûl nekir, li hember zilm û desthilatdarî û destpotiyê serî rakir. Leyla got, hêzên dijber dema dibînin ku gelek li hemberî siyasetên wan ên faşîst tê dikoşe sûcên herî hovane li dijî gel pêk tînin.

Her wiha got: "Piştî 22 salan ji komployê, divê were nirxandin bê di vê komployê de kî bi ser ket û kî bi bin ket. Divê armanca komployê werin naskirin, hîna herêmên Rojhilata Navîn bi giştî û Sûriyê, Tirkiyê û Iraqê bi taybet di bin  siyaseta parçe bike tu yê bi ser bikevî de ye, ku di peymana Sykes Picot de diyar dibe."

'HÊZÊN KAPÎTALÎST DIXWAZE ERDÊ ME DI BIN SIYASETA PARÇE BIKE TU YÊ BI SER BIKEVÎ DE BE'

Endama Kongreya Star di berdewama axaftina xwe de got: "Hêzên kapîtalîst, dixwaze erdê me di bin siyaseta parçe bike, tu yê biser bikeve û herkîna xwînê û nakokiyan de bimîne, da ku mezinahiya dîroka Rojhilata Navîn bi navê mezheb û etnîkê de rake, her wiha bi navê fikirê baviksalarî hêza jin di pêşxistinê de têk bibin û civakî ji bo berxwendiyên xwe bi kar bînin. Hêzên kapîtalîst û pergalên faşîst, fikirê rêbertî  yê ku gelê Rojhialta Navîn bi rêxistin kir û gel bê bandor bû, astengî û xeterî dîbînin, ji ber vê yekê dîtin ku divê ev fikir ji holê were rakirin.

'GELÊ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ KOMPLO VALA DERXIST'

/ar/uploads/files/2021/01/31/142817_kobane-kongra-star-e280ab28129e280ac.webp

Endama Kongreya Star Leyla Ehmed li ser encamên komploya li ser rêber Abdullah Ocalan wiha got: "Bi hevgirtina gel û mezheban û bi yekitiya gelan me dîrok û rûpeleke nû vekir.  Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biratiya gelan a di bin sîwana rêveberiya xweser de komploya navneteweyî ya li dijî tevahî gelên azadîxwaz û demokrasîxwaz vala derxistin."

Semîner bi nîqaşan bi dawî bû.

Kongreya Star a herêma Firatê, bi boneya 15'ê Sibatê komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan dê li tevahî navçeyên herêmê civînana li dar bixe.

ANHA