Şahidek: Dîfaa Wetenî sivîl kirin mertal û êrişî benda Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin

Li gorî agahiyên ku şahidekî ji sêkoşeya ewlehiyê ya di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de ya bajarê Hesekê dane, milîsên Dîfaa Wetenî şênî neçar kirin ku beşdarî xwepêşandanê bibin û ew wekî mertalên zindî bi kar anîn û êrişî benda Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin.

Şahidek: Dîfaa Wetenî sivîl kirin mertal û êrişî benda Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin
31 ÇILE, 2021   14:13
HESEKÊ

Milîsên Dîfaa Wetenî yên girêdayî hêzên hikumeta Şamê êrişî benda kontrolê ya hêzên Ewlekariya Hundirîn a taxa Merşo ya bajarê Hesekê kirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva gulebaranê dan.

Di encamê de şer derket û 3 endamekê hêzên hikumeta Şamê hate kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku şahidekî (M. E) ji sêkoşeya ewlekariyê ya taxa Merşo dane ANHA'yê "Ez û xwişka xwe derketin da ku pêwîstiyên xwe yên rojane bînin, hêzên ewlehiya leşkerî û Dîfaa Wetenî sivîl neçar dikirin ku li dijî Rêveberiya Xweser derkevin xwepêşandanê, tundî bi kar dianîn û gotinên ne di rêzê de li dijî sivîlan dikirin."

(M.E) bi domdarî got: "Me qebûl nekir ku beşdarî xwepêşandanê bibin, lê tevî ku sivîl hebûn, lê endamên Dîfaa Wetenî û hêzên ewlehiya leşkerî yên girêdayî hikumeta Şamê bê ser û ber û bi çekên giran wekî doçka û BKC gule li benda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a nêzî çerxerêya Merşo reşandin."

(M.E) destnîşan kir ku milîsên Dîfaa Wetenî nehiştin ku sivîl ji sêkoşeya ewlehiyê derkevin da ku wan ji bo parastina xwe wekî mertalên zindî bi kar bînin.

(M.E) diyar kir ku milîsên Dîfaa Wetenî plan dikin ku êrişeke din li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêk bînin û sekvanên xwe li ser baniyan belav kirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wzmY44Z-gPQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>