Rêveberiya Xweser îdiayên hikumeta Şamê derewandin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îdiayên rayedarên hikumeta Şamê yên têkildarî biçekkirina zarokan û bûyerên li kampa Holê, derewandin û wek “tawanên xirabxwaziyê” bi nav kirin.

Rêveberiya Xweser îdiayên hikumeta Şamê derewandin
31 ÇILE, 2021   13:51
NAVNEDA NÛÇEYAN

Îro Rêveberiya Xweser daxuyanek da û tê de eşkere kir ku wan li gorî biryarên Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê yên der barê zarok û şerên çekdarî de, 116 zarok ji beşên leşkerî vegerandin û radestî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin da ku perwerdeya xwe dewam bikin.

Rêveberiya Xweser tekez kir ku piştî peymana bi nûnerên NY`yê ya têkildarî parastina zarokan di şerên çekdarî de ya di Hezîrana 2019`an de, wan “Nivîsgeha Parastina Zarokan di Şerên Çekdarî de” xist tevgerê û bi rêya nivîsgehê di sala 2020`an de wan 28 zarok li malbatên wan vegerandin. Her wiha diyar kir ku bi destpêkirina sala 2021`an re, 11 zarokên din li malbatên wan hatin vegerandin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê her wiha di daxuyaniya xwe de bang li NY`yê kir ku mekanîzmayên hesabxwestinê bi taybetî qanûn, biryar û peymanên ku hikumeta Şamê binpê dike, aktîf bike.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Hemû tiştên heyî piştrast dikin ku rejîm û rayedarên rejîmê bi israr in ku rewşa heyî paşguh bikin û hewl didin kiryarên çewisandinê û tundiyê binixumînin ku rejîm bi dehan salan wan kiryaran li Sûriyê pêk tîne. Bi wê yekê bi milyonan mirovên ku ji Sûriyê koçber bûne, nîv milyon qurbanî û bi deh hezaran kesên winda, paşguh dike û bale dikişîne ser tiştên ku êdî gelê Sûriyê jî dizane ku ji rastiyê dûr in. Ji ber ev taybetmendiya rejîmê ye ku dûrî rastiyê biaxive. Ya xirabtir ew e ku bi israra ku wan tiştan bawer bike tevî ku dizane ew ne rast in. Komên çeteyên ku piştgiriya xwe ji dewleta Tirk digirin jî heman siyasetê bi kar tînin. Armanca siyaseta rejîmê û siyasetên wan koman yek e, ew jî qirkirina gelê Sûriyê ye.

Vê dawiyê, cîgirê wezîrê karên derve yê rejîma Sûriyê Beşar El-Ceferî di rûniştineke ne fermî ya Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê de behsa gelek mijaran kir. Her wiha behsa zarokên li kampa Holê û biçekkirina wan kir. Wî careke din Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser bi gelek tawanên xirabxwaziyê û di nav de biçekkirina zarokên kampa Holê, tawanbar kirin.

El-Ceferî raporên fermî yên NY`yê ku tê de rejîm bepirsyar hatibû nîşandan û hatibû gotin ku 7 hezar zarok ji ber siyaset û kiryarên rejîma Sûriyê hatine kuştin, paşguh kirin. Ji aliyekî din ve jî, di raporên hin rêxistinên din de tê gotin ku ew hejmar 20 hezarî derbas dike. Her wiha rejîma Sûriyê di operasyonên xwe yên leşkerî de gelek dibistan rûxandin û hîna gelek zarok ji aliyê hêzên ewlekariyê yên rejîmê ve binçavkirî ne. “Bêyî ku em ji bîr bikin” dema ku îstixbarat û hêzên ewlekariyê yên rejîma Sûriyê ku Beşar El-Ceferî nûnertiya wan dike neynûkên zarokên Derayê jê kirin û di dema binçavkirinê de laşên wan bi dûvikên cigareyan şewitandin, çirûska şoreşa Sûriyê pê ket. Li vê derê em şoq dimînin; El-Ceferî behsa kîjan berpirsyarê dike?!

Wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê em tekez dikin ku ji dema peymana  di navbera Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk û Nivîsgeha Parastina Zarokan di Şerên Çekdarî de ya NY`yê di Hezîrana 2019`an de, Rêveberiya Xweser bi koordîneya bi Hêzên Sûriya Demokratîk hemû zarokên ku xwestin tev li hêzên leşkerî bibin, vedigerîne. Bi rêya nivîsgeha ku hatiye aktîfkirin, di sala 2020`an de 28 zarok li malbatên wan hatin vegerandin, ji destpêka sala 2021`an ve û heta niha 11 zarokên din li malbatên wan hatin vegerandin.

Têkildarî kampa Holê û axaftina El-Ceferî ya girîngiya koordîneya bi Şamê re der barê mekanîzmaya radestkirina zarokên DAIŞ’iyan de, em piştrast dikin rûxmî ku berpirsyariya kampa Holê giran e, lê hikumeta Şamê dûrî pêkanîna erka xwe ya li hemberî kampa Holê ye. Ji aliyekî din ve jî hikumeta Şamê rewşên zarokên sêwî di ragihandinê û di siyasetê de keysbaz dike, her wiha hin dewletên ku dixwazin zarokên xwe ji kampa Holê bibin, keysbaz dike.

Ji ber vê yekê, em piştrast dikin ku hikumeta Şamê ne berpirsê vê mijarê ye û Rêveberiya Xweser vê herêmê bi rê ve dibe û tenê mafê wê heye ku tedbîrên di vê çarçoveyê de bide û tu mafên Şamê nîn e ku destwerdana di vê mijarê de bike.

Berpirsê parastina zarokan di kampa Holê yan li deverên din ên girêdayî Rêveberiya Xweser e. Rêveberiya Xweser bi koordîneya bi Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD), Nivîsgeha Parastina Zarokan di Şerên Çekdarî de û Desteya Perwerde û Fêrbûnê re dibistanan amade dikin û bi vegerandina zarokan li dibistanan re pabend in.

Di dawiyê de em dixwazin destnîşan bikin ku li gorî peymana mafên zarokan a ku Neteweyên Yekbûyî sala 1989’an derxistiye, biryara bi hejmara 1612’an a Meclisa Ewlehiyê ya sala 2005'an, biryarên der barê zarok û nakokiyên çekdarî û berspektîfên girêdayî vê mijarê de 116 zarok; ji wan 51 keçik ku tev li refên leşkerî bûbûn, vegerandin û bi armanca ku wan bixin qadên perwerdeyê ew radestî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.

Piştî avakirina komîteyeke taybet ji bo nirxandina temenê kesên ku tev li QSD'ê bûn, 908 zarok hatin dûrxistin. Her wiha bi armanca temenê kesên ku tev li hêzên leşkerî bişopînin û berçav bikin, 176 esferên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin perwerdekirin.

Li gorî biryarên Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya 1998-2011 û biryara 2143 a sala 2014'an a ku bikaranîna dibistanan ji bo karê leşkerî qedexe dike, 18 dibistan li Hesekê, Dêrazor û Reqayê hatin valakirin û radestî Desteya Perwerdeyê hatine kirin.

Em wek Rêveberiya Xweser diyar dikin ku armanca gotinên derew ên rejîm û rayedarên wê hewl didin bidin saziyên navneteweyî, ew e ku sûcên xwe veşêre û raya giştî bixapîne û ji berpirs û sûcên xwe yên ku zêdetirî 10 salan li Sûriyê û bi taybet di mijara tundî, îşkencekirin û girtinên tevlihev li dijî sûriyan de pêk tîne, bireve.

Em ji Neteweyên Yekbûyî dixwazin ku mekanîzmaya muhasebekirinê di vê çarçoveyê de û bi taybet peyaman, pîvan û qanûnên ku rêjîma Sûriyê binpê dike, çalak bike.”

(cx-dm)

ANHA