Rêxistinên PJAK-Ewropa banga tevlîbûna çalakiyên ‘Ji bo azadiya Serok Apo’ kir

Rêxistinên PJAK-Ewropa bang li hemû gelê Kurd û dostên wan kir ku bi xurtî tev li çalakiyên ‘Ji bo azadiya Serok Apo’ bibin û got, “Ji bo azadiya Serok Apo divê gelê Kurd hêza xwe ji her demê zêdetir bixe tevgerê û mezin bike.”

Rêxistinên PJAK-Ewropa banga tevlîbûna çalakiyên ‘Ji bo azadiya Serok Apo’ kir
31 ÇILE, 2021   09:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistinên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)-Ewropa bi boneya 23. salvegera komploya 15’ê Sibatê ya sala 1999’an li hemberî rêber Abdulah Ocalan pêk hatî, bi daxuyaniyekê bang li hemû gelê Kurd û dostên wê kir ku bi xurtî tev li çalakiyan bibin ku wê ji îro heya roja 15’ê Sibatê dewam bikin.

Di daxuyaniya rêxistinên PJAK-Ewropa de qala  îdeolojî û felsefeya rêber Abdulah Ocalan û Tevgera Apoyî hate kirin û hate gotin, ev îdeolojî, felsefe û Tevgera Apoyî li pêşberî planên hêzên hegemon ên jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn astengiya herî mezin bûye, lewma li hemberî wî komployek pêk anîn.

Di daxuyaniyê de bal hatiye kişandin li ser nerazîbûna gel a piştî komployê û hate gotin, "Piştî plana reş a 15’ê Sibata 1999’an gelê me yê hişyar û zindî rojane û bêyî rawestandin li ber xwe da, li dezgehên navneteweyî çalakî li dar xistin, kolan û meydanên bajarên cîhanê kirin armanca xebatê bêwestan û bala cîhana azadîxwaz, alîgirên aştiyê, mafê mirov û demokrasiyê yên li her çar aliyê cîhanê kişande ser armanca xwe ya pîroz, dijmin, neyarên xwe matmayî kir û hevsengiyên heyî bi qazanca doz Kurd a rewa guhert."

PJAK-Ewropa di beşeke din a daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di pêvajoya şerê cîhanê yê 3`yemîn de ku li Rojhilata Navîn diqewime, pêwîste  gelê Kurd ê ji xwe bawer û têkoşer karê xwe ji her alî ve xurt bike. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Divê hêza xwe ji bo bigihîje armanca xwe ya pîroz, her wiha ji bo azadiya Serok Apo ji her demê zêdetir bixe tevgerê û mezin bike."

Rêxistinan di dawiya daxuyaniya xwe de îşaret bi çalakiyên cur be cur yên ku ji 1 heya 15’ê Sibatê li derveyî welat bê rêvebirin kir û bang li giştî gelê Kurd û bi taybetî bang li gelê Rojhilatê Kurdistanê yên li derveyî welat, her wiha hemû jin, mêr û ciwanên demokrat û aştîxwaz, alîgirên mafê mirov û hemû kesên ku li pey azadî, dadperwerî û rûmeta mirovin kir ku bi şeklekî çalak tevlî rêzeçalakiyên ‘Ji bo azadiya Serok Apo’ bibin. Di heman demê de di pêngava komkirina îmzeyan ya bi heman armancê rolekî aktîf bilîzin.

(cx)