Zarokan bi hunera xwe berxwedana Efrînê nîşan da

Bi dirûşma "Hunera zarokan şoreşa mezin e ji bo rizgarkirina Efrînê û bidawîkirina dagirkeriyê", Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ya Helebê pêşangeheke wênesaziyên zarokan vekir.

Zarokan bi hunera xwe berxwedana Efrînê nîşan da
Zarokan bi hunera xwe berxwedana Efrînê nîşan da
Zarokan bi hunera xwe berxwedana Efrînê nîşan da
Zarokan bi hunera xwe berxwedana Efrînê nîşan da
Zarokan bi hunera xwe berxwedana Efrînê nîşan da
Zarokan bi hunera xwe berxwedana Efrînê nîşan da
Zarokan bi hunera xwe berxwedana Efrînê nîşan da
Zarokan bi hunera xwe berxwedana Efrînê nîşan da
30 ÇILE, 2021   15:30
HELEB- MIHEMED EBDO

Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê li navenda xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê, pêşangeke tabloyên zarokan xêz kirine vekir, tê de 200 tabloyên ku zêdetirî 50 zarokan xêz kirine hatin pêşandan.

Di hin tabloyan de, şûnwarên Efrînê ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatine talankirin, hatin xêzkirin. Di hinekan de jî hêviyên zarokan ên vegera Efrînê hatin îfadekirin, di tabloyên din de jî wêneyê zilamekî temenmezin ku neviyê wî di destê wî de ku mala wan a li bajarokê Til Rifetê hatibû topbarankirin, hate xêzkirin.

Di pêşangehê de, Koma Kulîlkên Efrînê stran pêşkêş kirin.

Biharîn Sîno ku yek ji kesên pêşangeh bi rêxistinkirine ye, destnîşan kir ku ew bi rêya pêşangehê dixwazin balê bikişînin ser sûcên li Efrînê tê kirin, her wiha zarok behreyên xwe di wênexêziyê de derxînin, ku ji aliyê mamosteyên wênesaziyê yên Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ve hatine perwerdekirin.

Xwendekara bi navê Nûr Elêwî (17) jî diyar kir ku ew bi 4 tabloyan beşdarî pêşangehê bûye û destnîşan kir ku di tabloyên wê de aştî, rizgariya jinan û vegera Efrînê tê nîşandan.

Nûr got "Min bi rêya tabloyên xwe xwest ku hestên xwe biderbirînim, pêşangehê jî ev derfet da me."

(cx)

ANHA