HPG: Dewleta Tirk bi zanabûn qadên sivîlan bombe dike

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku dewlata Tirk a dagirker bi zanabûn qadên sivîlan bombe dike.

HPG: Dewleta Tirk bi zanabûn qadên sivîlan bombe dike
30 ÇILE, 2021   15:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişên dewleta Tirk daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:

 “Me di daxuyaniya xwe ya 24’ê Çileya 2021’ê de ragihandibû ku di 22’yê Çileyê de saet 14:30’î deverên Hacî Omeran û Berdesorê yên girêdayî herêma Xakûrkê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatibû bombekirin. Di vê bomberdûmanê de hevrêyê me yê bi navê Amed Dorşîn şehîd bûbû.

Hemwextî vê balafiran bombe li gundê Azadî ya Hacî Omeranê jî barandibû. Ziyan gihiştibû mal û lawirên gundiyan telef bûbûn. Li vê cihê ku êrîş pêk hatî û vî gundî ti nuqteyeke ya hêzên me tineye. Bi zanabûn li dijî gelê me yên herêmê êrişan dikin.

Hêzên me 29’ê Çileyê saet 14:10’ê li bejahiya gundê Çerobotkî ya dikeve herêma Meyrokê ya Gareyê nepoxên bi cîhazên ji bo deng hesas dîtin. Hêzên me piştî ku ev cîhazên ji bo deng hesas îmhakirin û şûnde ji vir dûr ketine. Herêma ku mijara gotinê ku cîhaz lê hatin îmhakirin, dewleta Tirk vê herêmê bi balafirên şer bombe kirin.

Êrîşên dewleta Tirk a bi balafirên şer ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî dom dikin. Di vê çarçoveyê de;

26’ê Çileyê saet 13:05’an balafiran herêma Werxelê ya Zapê bombe kirin.

26’ê Çileyê saet 13:30’î balafian bombe li herêma Sîda ya Zapê barandin.

29’ê Çileyê saet 12:50’î balafirên şer bombe li devera Karker a Zapê barandin.

29'ê Çileyê saet 13:00’an balafirên şer bombe li devera Sîda ya Zapê barandin

29’ê Çileyê saet 13:00’an balafiran bombe li Werxelê ya Avaşîn barandin.”