Şehîd Viyan Soran li Şehbayê hate bîranîn

Meclisa Jinên Azad a Şehbayê bi çalakiyekê şehîd Viyan Soran di salvegera 15 a şehadeta wê de bi bîr anî.

Şehîd Viyan Soran li Şehbayê hate bîranîn
30 ÇILE, 2021   15:56
ŞEHBA

Çalakî  li navenda Meclisa Navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê bi beşdariya bi dehan şêniyên navçeyê hate lidarxistin.

Çalakî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Cîgira Meclisa Jinên Azad a Şehbayê Silava Hisên ve hat xwendin.

Dûvre belgefîlmek ji 37 deqeyan li ser jiyana têkoşer Viyan Soran hate pêşandan.

Bîranîn bi diruşmeyên şermezarkirina tecrîdê û silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.

Şehîd Viyan Soran(Leyla Welî)  li dijî komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan di 1'ê Sibata 2006`an de li herêma Heftenînê ya Başûrê Kurdistanê berda bedena xwe. Şehîd Viyan beriya ku çalakiyê pêk bîne, namyeke li dû xwe hişt. Di nameya xwe de dibêje, ew ê salvegereke din a girtina rêber Abdullah Ocalan a di girtîgeha Îmraliyê de nebîne.

Şehîd Viyan bi kesayeta xwe ya şoreşgerî û xurt dihat naskirin û bi gelek erkên fermandarî û rêveberiyê rabûye.

(eh)

ANHA