Li Hesekê çalakiya "Wêje berxwedan e"

Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê- Nivîsgeha Hesekê di çalakiyek wêjeyî de bang li her kesek kir erka xwe di şoreşê de bi cih bînin û li hember dagirkeriyê rabin.

Li Hesekê çalakiya "Wêje berxwedan e"
Li Hesekê çalakiya "Wêje berxwedan e"
Li Hesekê çalakiya "Wêje berxwedan e"
Li Hesekê çalakiya "Wêje berxwedan e"
Li Hesekê çalakiya "Wêje berxwedan e"
Li Hesekê çalakiya "Wêje berxwedan e"
Li Hesekê çalakiya "Wêje berxwedan e"
Li Hesekê çalakiya "Wêje berxwedan e"
30 ÇILE, 2021   15:07
HESEKÊ

Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê- Nivîsgeha Hesekê bi dirûşmeya "Wêje berxwedan e" û bi armanca pişgirdayîna berxwedana Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li hember dagirkeriya dewleta Tirk çalakiyek wêjeyî li dar xist.

Çalakî li navenda Çand û Hunerê ya Xabûr a bajarê Hesekê bi beşdarbûna bi dehan kesayetên çandî, saziyên civakîa sivîl hate lidarxistin.

/ar/uploads/files/2021/01/30/123918_afaf-hsky-28large29.webp

Piştî deqeyek rêzgirtin, helbestvan Efef Heskî, Lemîs Mihemed, Kewser Mardînî, Sefa Ehmed, Hozan Kirkendî û Mişel Osman gelek helbest xwendin.

Helbest li ser têkoşîna şehîd Hevrîn Xelef, berxwedana Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û Kobanê de bûn.

Di hin helbestan de girîngiya avakirina yekitiya kurdî li hember dagirkeriyê hate destnîşankirin.

/ar/uploads/files/2021/01/30/123941_fatmh-ahmd-28large29_1.webp

Derhêner Fatima Ehmed şanoyek kurt der barê dagirkirina Serêkaniyê de ya ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê vê û azarên koçberiya şêniyan, pêşkêş kir.

(dm)

ANHA