NY`yê bang li dewletan kir: Zarokên welatiyên xwe yên di kampa Holê ve de bibin

Neteweyên Yekbûyî bang li dewletan kir ku zarokên welatiyên xwe yên di kampa Holê de ku hejmara wan 27 hezar e, li welatên wan vegerînin.

NY`yê bang li dewletan kir: Zarokên welatiyên xwe yên di kampa Holê ve de bibin
30 ÇILE, 2021   13:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Associated Press, nûnerê sekreterê giştî yê Nivîsgeha Têkoşîna li dijî Terorê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Vladimir Ivanovich Voronkov bang li dewletan kir ku zarokên welatiyên xwe ku di kampa Holê de ne, vegerînin. Voronkov got ev zarok piraniya xwe keç û kurên çeteyên DAIŞ`ê ne ku berê rûbereke berfireh ji Iraq û Sûriyê dagir kiribû.

Voronkov di civîneke Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê de got: "Rewşa zehmet a zarokên kampa Holê dozeke hesas a cîhanê ye."

Voronkov diyar kir ku 27 hezar zarok hîna di kampê de ne, heta niha bê çarenûs in û dibe ji aliyê endamên DAIŞ`ê ve di hundirê kampê de dibe rastî radîkaliyê werin.

Di kampa Holê de ku ji mezintirîn kampên koçber û penaberan ên li Sûriyê ye, niha nêzî 62 hezar penaber û koçber hene.

Vladimir Ivanovich Voronkov destnîşan kir ku zarok ji 60 dewletan di kampê de hene, berpirsyariya wan ji dewletên wan tê xwestin, ne ku ji Sûriyê an jî ji Rêveberiyê Xweser ku parastina kampê dike, her wiha Rêveberiya Xweser parastina bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê di girtîgehan de dike.

Voronkov diyar kir ku gelek dewlet di nav de Rûsya û Kazaxistan bi awayekî giştî nêzî hezar zarok û endam li malbatên wan vegerandin.

(bx)