Mijara yekemîn: Divê belgeyên sûcên dewleta Tirk ji dadgeha navneteweyî re werin şandin

Beşdarên komxebata hiqûqî bang li hiqûqnasan kirin belgeyên têkildarî sûcên ku li Efrînê têne kirin kom bikin da ku di raporên rêxistinên Neteweyên Yekbûyî de werin belgekirin. Her wiha banga avakirina desteyeke ji hiqûqnasan kir da ku sûcan bişopîne û bi dosyayekê radestî dadgeha cînayatan a navneteweyî were kirin.

Mijara yekemîn: Divê belgeyên sûcên dewleta Tirk ji dadgeha navneteweyî re werin şandin
30 ÇILE, 2021   14:53
QAMIŞLO

Komxebata duyemîn a hiqûqî ya têkildarî sûcên li Efrîna dagirkirî, didome. Piştî mudaxeleya rojnamvan û muxalifê Sûriyê Xesan Îbarhaîm û guhdarkirina li 3 şahidên sûcên li Efrînê, mijara yekemîn a nîqaşê dest pê kir.

Mijara yakemîn 30 deqe bû û ji aliyê Dr. Azad Dîwanî ve, ku master di lêkolînên aştiyê- bidawîkirina şerê çekdar-Londonê de girtiye, hate şîrovekirin. Dîwanî taybetmendiyên sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê şîrove kir.

Di destpêka şîroveyê de Azad Dîwanî bal kişand ser rewşa bajarê Efrînê beriya ku were dagirkirin û got: "Beriya dagirkirinê, herêma Efrînê derdora ji sedeî 90 niştecihên Efrînê yên resen hembêz dikir û di sala 2010 û 2011'an bi sed hezaran koçber pêşwazî kir."

Dîwanî bi domdarî got: "Em dikarin hêzên dagirker ên li Efrînê, li gorî du beşan dabeş bikin. Yekem; artêşa Tir ku ji hêzên wê yên taybet û gurên boz pê tê. Ya duyemîn; ji komên cîhadest ên mîna Hemzat û Ehrar El-Şamê pêk tê. Em dibînin ku ne cîhadîst in, lê komên îslamî ne ku dewleta Tirk desteka wan dike."

Azad Dîwanî, encamên siyasetên qirkirina etnîkî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker li Efrîn û Serêkaniyê pêk tîne û wiha domand: "Siyaseta qirkirina etnîkî hîna berdewam e. Piraniya efrîniyan niha li kampên Şehbayê dimînin, hin din penaberî dewletên Ewropayê bûn. Ev yek bi xwe re guhertina demokrafî anî."

Dîwanî destnîşan kir ku meclisa xwecihî ya Efrînê ya ku desteka xwe ji dewleta Tirk a dagirker digire, zimanê fermî yê şêniyan guhert, navendên perwerdeyê yên ziman girtin, her wiha navendî olî veguherandin û Kurd veguherandin netew û nasnameyên din.  Dîwanî her wiha got, armanc ji van mijaran erdê Kurdistanê qut bike û ji hev parçe bike û di encamê de ji doza kurdî dûr bixe ji ber ku êdî bûye dozeke cîhanî.

Azad Dîwanî sûcên ku li Efrînê têne kirin, bi sûcên şer bi nav kir û diyar kir ku armanca van sûcan qirkirina etnîkî ye ku li gorî qanûnên Neteweyên Yekbûyî komkujî ne.

Piştî Azadî Dîwanî semînera xwe bi dawî kir, beşdarên komxebatên û kesên din bi rêya înternetê  tevlê bûne, nêrîn û pêşniyarên xwe rave kirin.

Gelek kesayet ji dewletên erebî mîna Misir û Iraq û hin dewletên Ewropayê bi rêya înternetê beşdarî komxebatê bûbûn, nêrînên xwe parve kirin. Li gorî nêrîn û pêşniyarên ku derketine pêş; divê mijara pirsgirêka kurdî li tevahî dewletên cîhanê were nîqaşkirin, şahidên komkujiyên li Efrînê bibin Koşka Spî, her wiha divê sûcên dagirkeran werin komkirin da ku di raporên rêxistinên Neteweyên Yekbûyî de werin belgekirin.

Her wiha hate gotin ku divê zext li aboriya Tirkiyê were kirin û hikumeta Tirk ji NATO'yê were derxistin û hêzên dewleta Tirk ji Efrînê û herêmên dagirkerî werin derxistin.

Di nîqaşên beşdaran de pêşniyar hate kirin ku desteyeke ji hiqûqnasan were avakirin, da ku sûcan bişopînin, dosyayeke derbarê wê de amade bin û ji dadgeha cînayetan a navneteweyî re were şandin. Her wiha banga hesabxwestinê ji çeteyên artêşa Tirk a dagirker li dadgehên navneteweyî hate kirin û banga lidarxistina pêngavên têkildarî van sûcan li rêxistinên hiqûqî û lêkolîneran hate kirin.

Şiwirmendê qanûnî û rêveberê giştî yê Saziya Maat a Aştî û Geşkirin û Mafên Mirovan – Misirê Eymen Eqîl behsa sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê pêk tînin, kir û got: "Sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê pêk tînin, qanûnên navneteweyî û peymana Lahayî ya 1945'an a parastina milkên çandî di demên şer de û qanûnên Konseya Ewlekariyê bin pê dike."

Eqîl got:"Ji ber van binpêkirinên qanûnên navneteweyî divê Erdogan were darizandin.

Tê payîn ku komxebat bi mijara duyemîn a derbarê sûcên li dijî jinên Efrînê bidome.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MKZqgGyYybY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>