'Armanca dewleta Tirk dorpêçkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye'

Endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Xelîl Osman got  armanca gef û sûcên dewleta Tirk a dagirker dorpêçkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

'Armanca dewleta Tirk dorpêçkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye'
'Armanca dewleta Tirk dorpêçkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye'
'Armanca dewleta Tirk dorpêçkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye'
30 ÇILE, 2021   13:35
HESEKÊ

Îro bi sedan şêniyên navçeya Til Temirê û gundewarên wê li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan kom bûn û xwepêşandanek li dar xist. Di xwepêşandanê de, gefên dewleta Tirk ên li dijî bajarê Dêrikê û navçeya Şengalê hatin şermezarkirin û banga yekrêziya gelê Kurd hate kirin.

Xwepêşandan ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir.

Xwepêşandan li kolana Filistînê veguherî mîtîngê. Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Xelîl Osman axivî.

Osman got: "Dewleta Tirk bi her rêbazekî hewl dide ku destkeftiyên gelê herêmê têk bibe, ev yek di daxuyaniyên serokkomarê dewleta Tirk de diyar dibe."

Osman destnîşan kir ku divê gelê herêmê bi tevahî pêkhate û mezhebên xwe li dijî gefên li ser herêmê bisekinin û nehêlin dewletên serdest li ser hesabê fedakariyên zarokên herêmê, bigihêjin armancên xwe û got: " Dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrişên xwe dixwaze Bakur û Rojhilatê Sûriyê dorpêç bike, ji ber wê her tim gefan li dijî herêmê dixwe."

Osman axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê em li hember dagirkeriyê bisekinin û piştgiriya hêzên leşkerî bikin da ku êrişên li ser herêmê têk bibin."

Mîtîng bi sloganên banga berxwedanê û şermezarkirina sûcên dagirkeriya Tirk, bi dawî bû.

(dx)

ANHA