Şahidên sûcên dagirkeriya Tirk: Em koçber bûn û hîn jî têne kuştin

Şahidan sûcên dewleta Tirk a dagirker diyar kir ku dewleta Tirk li dijî sivîlan sûcên herî qirêjî pêk anîn û got "Em koçber bûn û hîn jî têne kuştin”.

Şahidên sûcên dagirkeriya Tirk: Em koçber bûn û hîn jî têne kuştin
30 ÇILE, 2021   13:09
QAMIŞLO

Komxebata hiqûqî ya duyemîn a der barê sûcên dewleta Tirk ên li Efrînê de didome. Komxebat ji bo balê bikişînin ser sûcên dewleta Tirk ên ji Adara 2018`an de, li dar dikeve. Piştî axaftina hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş, xwendina rapora der barê binpêkirinên dewleta Tirk ên li Efrînê de, rojnamevan Xesan Îbrahîm jî axivî û her wiha li 3 şahidan hate guhdarîkirin.

Xesan Îbrahîm diyar kir ku rewşa Efrînê xeternak e û got: "Dewleta Tirk berjewendiyên xwe hene ku zêdetir xaka Sûriyê dagir bike. Armanca wê ew e ku xaka Sûriyê tev li dewleta Tirk bike, wekî ku çawa li Lîwa Îskenderon kir.”

Xesan Îbrahîm destnîşan kir ku Erdogan xeyal dike ku serdema Osmaniyan bi şêwazekî nû vejîne, ji ber wê jî destwerdana gelek herêman dike, siyaseta tirkkirinê li herêmên dagirkirî pêk tîne û xeyalên wî hene ku herêmên sînor tev li xaka dewleta Tirk bike.

Îbrahîm got dewleta Tirk hewl dide Kurdan wek kaxeza zextê bi kar bîne, Sûriyê ber bi parçebûnê ve bibe, ji ber ku dewleta Tirk niha dixwaze rewşan keysbaz bike da ku li xaka Sûriyê bi pêş de biçe û wiha domand: "Li herêmên dagirkî siyaseta tirkkirinê bi rêya ferzkirina zimanê tirkî pêk tê. Bi hemû şêwazan dixebite da ku demografiya herêmê biguherîne."

Her wiha Xesan Îbrahîm got pirsgirêka sereke tunebûna siyaseteke giştî ya sûrî ye ku sînorekî ji binpêkirinên dewleta Tirk re deyne û wiha lê zêde kir: "Ji ber wê jî divê netewe, beş û pêkhateyên cuda li hember dewleta Tirk bisekinin da ku herêmeke din ji Sûriyê heman êş û zehmetiyan nebîne.”

Xesan Îbrahîm hêvî kir ku hemû dewletên Ewropayê û rêveberiya nû ya DYA`yê sînorekî ji dewleta Tirk re deynin.

‘BI AWAYEKÎ HOVANE ÎŞKENCE LI ME DIKIRIN’

Piştre beşdaran li şahidên sûcên dewleta Tirk a dagirker guhdarî kir. Zêneb Ehmed Mihemed (40) ji şêniyên Efrînê ye, piştî dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirk ve destpêkê jê derneket. Piştre ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve hate revandin. 18 rojan di girtîgehên Tirkiyê de maye. Piştî ku serbest hate berdan, ji Efrînê derket û berê xwe da kantona Şehbayê. Zêneb wiha axivî: “Piştî revandinê ez birim girtîgeheke çeteyan, piştre ez veguhastim girtîgehên artêşa Tirk a dagirker. Piştre ez birim odeyeke binerd. Li wir zêdetirî 150 jin hebûn. Rewşa wan ji ber îşkenceyê gelekî xirab bû. Ode tenê 5 metre bû. Bi awayekî hovane îşkence li me kirin.”

Zêneb diyar kir ku jinek û zarokeke 11 salî di girtîgehê de bûn, zarok ji ber tirsa ji çeteyan û îşkenceyê hewl daye xwe bikuje û wiha domand: “Saet di 1`ê şevê de, jin derxistin û lê didan, gelek jin di girtîgehan de ji ber îşkenceyê mirin.”

Zêneb ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Hovanetirîn cureyên sûcan li dijî jinên Kurd pêk anîn. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku fişarê li dewleta Tirk bike da ku em vegerin axa xwe. Em mirov in û Kurd hatin dinê. Ji mafê me ye ku bi azadî û rûmet bijin.”

'EM KOÇBER KIRIN Û HÎNA JÎ ME DIKUJIN'

Esmehan Hesen dayika şehîd Arif Cafer Mihemed (6) ê ji qurbaniyên komkujiya Til Rifetê ku dewleta Tirk a dagirker pêk aniye, axivî û got: “Piştî ku dewleta Tirk a dagirker bajarê me dagir kir, em bi peyatî ji Efrînê derketin. Top li ser serê me dibarîn. Me berê xwe da navçeya Til Rifetê. Lê li wir jî em ji dewleta Tirk û çeteyên wê nefilitîn. Rojekê topek li mala xizmên min ket, piraniya endamên malbatê birîndar bûn û 2 ji wan jî jiyana xwe ji dest da. Beriya çend rojan jî dîsa êrişî herêmên me kirin di encamê de 3 zarok û jinek şehîd ketin. Kurê min Arif Mihemed di nava wan de bû. Ez bang li rêxistinên mafên mirovan û mafên zarokan dikim ku erkên xwe pêk bînin û sûcên dewleta Tirk şermezar bikin.”

Şahidê bi navê Mihemed Cemîl jî got: "Di Adara 2018`an de Efrîn hate topbarankirin, nêzî 10 malbatan di mala min de bûn. Dengê topan zêde dibû û her ku diçû nêz dibû. Wê demê navenda bajarê Efrînê hate topbarankirin. Em bi meşê derketin û me mesafeyeke dirêj qut kir heta ku em gihaştin Helebê. Di rê de ez winda bûm, ji nişka ve min dît ez di xendekên çeteyan de me. Piştî ku ji nasnameya min piştrast kirin ku ez ji Efrînê me, 3 gule li min reşandin û ez ji lingê xwe birîndar bûm. Ez li gel wan girtî mam û piştî salekê ez berdam."

Mihemed Cemîl wiha lê zêde kir: "Ez û 6 kesên din rakirin nexweşxaneyê. Birînan li laşê wan xuya nedikir, tenê madeyeke spî li ser cilên wan hebû. Wê demê min piştrast kir ku gaza kîmyewî hatiye bikaranîn. Piştî ku ez berdam, me komîteyên ji bo şopandin û belgekirina sûcên şer û rewşa koçberan, ava kir.”

Cemîl tekez kir ku artêşa Tirk a dagirker tu cudahî nedixist navbera sivîl û leşkeran û malên sivîlan û saziyên avê dikir, hedef û wiha domand: "Em ev hemû binpêkirin belge kirin, da ku em îsbat bikin ku dagirkeriya Tirk cihên sivîlan dikin hedef."

Tê payîn ku di dewama beşa yekê ya komxebatê de, balê bikişînin ser sûcên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên li Efrînê.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QxxDFU7cRFw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>