Di nava baregehên hêzên girêdayî Îranê de teqînên mezin pêk hatin

Îro gelek teqînên mezin li deverên komên alîgirên Îranê yên li rojhilatê Dêrazorê pêk hatin.

Di nava baregehên hêzên girêdayî Îranê de teqînên mezin pêk hatin
30 ÇILE, 2021   12:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) teqîn li deverên komên alîgirên Îranê yên li herêma El-Ebas a Bûkemalê ya  gundewarên rojhilatê Dêrazorê, pêk hatin. Heta niha nayê zanîn bê ka sedema van teqînan çi ye.

Der barê encamên teqînan de jî tu agahî bi dest neketin.

(dx)