El-Mihbaş: Divê civaka navneteweyî rêzê ji qanûnên navneteweyî re bigire

Ebid Hamid El-Mihbaş bang li civaka navneteweyî kir ku rêzê ji qanûnên navneteweyî re bigire û bi lez sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê rawestînin.

El-Mihbaş: Divê civaka navneteweyî rêzê ji qanûnên navneteweyî re bigire
30 ÇILE, 2021   12:22
QAMIŞLO

Îro li Qamişloyê, bi pêşengiya Rêxistina Lêkolîn û Mafên Jinan a Sûriyê, Rêxistina Însiyatîfa Hiqûqî, Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê û Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê komxebata duyemîn a sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li kantona Efrînê ya dagirkirî li dar ket.

Di destpêka komxebatê de hevserokê Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş axivî û behsa sûcên ku li dijî şêniyên Efrînê û hewldanên dagirkeriya Tirk ên ji bo têkbirina ewlehiya herêmê û tunekirina azadî, demokrasî û pêşketinê kir.

El-Mihbaş diyar kir ku dewleta Tirk û çekdarên sûrî yên girêdayî wê di 18`ê Adara 2018`an de piştî êrişeke hovan e ku tevahiya cureyên çekan bikar anî, li gel bêdengiya navneteweyî û hundirîn dagir kir.

BICIHKIRINA 400 HEZAR MALBATÊN ÇETEYAN LI EFRÎNÊ

El-Mihbaş destnîşan kir ku ji wê demê ve sûcên li dijî şêniyên Efrînê destpê kirin, di encamê de zêdetirî 300 hezar sivîl ji herêmê ji ber tirsa li ser jiyana malbatên xwe û êrişên hovane koçber bûn û derdora 400 hezar malbatên çeteyên sûrî yên alîgirên dewleta Tirk li Efrînê hatin bicihkirin.

Derbarê kesên ku li Efrînê hatine bicihkirin, El-Mihbaş da zanîn ku ew çete ji herêmên nakok ên Sûriyê ji gundewarên Dera, Quneytira, Hums, gundewarên Şamê, Idlib û gundewarên wê û gundewarên Helebê hatin û bi vê yekê dagirkerî dixwaze demografiya herêmê biguhere.

El-Mihbaş da xuyakirin ku dagirker ji bo çewisandina çanda Efrînê navên gundan û navendan guhertin û navên tirkî lê kirin. Ala Tirk û wêneyên Erdogan daliqandin. Zimanê tirkî di dibistanê de dan fêrkirin û dan û standina bi lîreyê Tirk li şûna yê Sûriyê ferz kir.

7 HEZAR Û 366 BÛYERÊN REVANDINÊ

El-Mihbaş diyar kir ku destdirêjî li cihên olî û pîroz ên êzidiyan jî hatin kirin û destnîşan kir ku bûyerên revandinê li hemberî xwestina fidyeyê pêk hatin û wiha domand: "Ev yek di raporên deste û saziyên girêdayî NY`yê de hatine belgekirin. Li Efrînê 7 hezar û 366 bûyerên revandinê pêk hatine ku çarenûsa nîvê kesên hatine revandin, heta niha ne diyar e."

604 BÛYERÊN KUŞTINÊ

El-Mihbaş wiha domand: "Her wiha bûyerên kuştina sivîlan û bi taybet aktîvîst û rewşenbîran zêde bûn û 604 bûyerên kuştinê pêk hatin. Ji wan 489 kes ji ber topbaranê û 82 kes di bin îşkenceyê de hatin kuştin. Her wiha zêdetirî 315 hezar dar hatin birîn, destdirêjî li zêdetirî 28 cihên dîrokî hate kirin.”

El-Mihbaş her wiha daxuyand ku binpêkirin û sûcên hatine bibîrxistin li herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî wekî Girê Spî û Serêkaniyê pêk hatin ku dikevin asta sûcên şer û qirkirina gelan. Şêniyên wan herêman jî ji warê wan hatin koçberkirin û niha li kampan dimînin.

El-Mihbaş bi domdarî got: "Em ji vê derê, bang li hemû deste, sazî û rêxistinên navneteweyî û hemû welatan dikin ku qanûnên navneteweyî esas bigirin û ji bo rawestandina kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, bi lez bikevin nava liv û tevgerê û dadgeha edaletê ya navneteweyî hesabê ji sûcdar û berpirsan bixwazin. Her wiha ji bo vegerandina Efrînê û pêkanîna ewlehiyê kar bikin."

Piştî axaftina Ebid Hamid El-Mehbaş raporek li ser binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê û sînevîzyonek hatin pêşandan.

Tê payîn ku li şahidiya 3 mexdûrên sûcên dewleta Tirk a dagirker bê guhdarîkirin.

(şx- cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6_xijuHVUDk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>