Dagirkeriya Tirk baregeheke din li nêzî Eyn Îsayê ava dike

Hêzên dagirkeriya Tirk hewl didin ku baregeheke din a leşkerî li bakurê rêya navneteweyî (M4) ava bike. Ev baregeha sêyemîn e ku artêşa Tirk li herêmê çêdike.

Dagirkeriya Tirk baregeheke din li nêzî Eyn Îsayê ava dike
30 ÇILE, 2021   12:46
EYN ÎSA

Treksên dagirkeriya Tirk roja înê (duh) nuqteyeke leşkerî ya çeteyan a nêzî gundê El-Mişêrfê bi armanca ku bike baregeheke leşkerî, bi bendên axê dorpêç kir.

Baregeh kîlometreyekê li bakurê rêya navneteweyî û gundê El-Mişêrfê ye û 3 km dûrî navenda navçeya Eyn Îsayê ye. Her wiha kîlometreyekê dûrî nuqteya hevbeş a hêzên hikumeta Şamê û hêzên Rûsyayê ya li başûrê rêya M4 e.

Xebatên avakirina baregeha leşkerî li gel êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Eyn Îsayê pêk tên.

Dagirkeriya Tirk di 5'ê Çileyê de baregeheke leşkerî li bakurê gundê El-Melaq ê 500 metre dûrî rêya M4 ava kir, tê de radar, wesayîtên leşkerî û çekên giran bi cih kirin û dora wê bi bendên axê çêkirin.

Dagirkeriya Tirk xebata avakirina baregeha leşkerî ya nêzî gundê Sîda yê li bakurê Eyn Îsayê di 23'yê Mijdara derbasbûyî bi dawî kiribû.

Ji ber topbarana artêşa dewleta Tirk ji baregehên xwe, 6 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn.

(dm)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/EwWn2zuNKcg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>