Şandina sewqiyatên leşkerî ber bi “herêmên bêçek” ve didome

Artêşa Tirk a dagirker nêzî 15 erebeyên leşkerî derbasî “herêmên bêçek” ên Sûriyê kirin.

Şandina sewqiyatên leşkerî ber bi “herêmên bêçek” ve didome
30 ÇILE, 2021   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) artêşa Tirk a dagirker şandina sewqiyatên leşkerî ber bi “herêmên bêçek” ve didomîne.

Şevê din sewqiyatên ku ji 15 erebeyên leşkerî ku madeyên lojistîk bar kiribûn, bi rêya deriyê Kefer Lûsîn ê sînor yê bakurê Idlibê, ber bi herêma çiyayê El-Zawiye yê başûrê Idlibê ve çûn.

Erebeyên ku ji dema agirbestê ya ji Adara 2020`an ve derbasî xaka Sûriyê bûne, nêzî 8 hezar û 155 in û her wiha nêzî 10 hezar leşkerên artêşa Tirk jî di hundirê xaka Sûriyê de hene.

 (bx)