Duyemîn Komxebata Hiqûqî ya Efrînê dest pê kir

Bi armanca balkişandina ser sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê ji Adara 2018`an ve li Efrînê pêk tînin, Komxebata Hiqûqî ya Duyemîn a der barê binpêkirinên mafên mirovan ên li Efrîna dagirkirî de dest pê kir.

Duyemîn Komxebata Hiqûqî ya Efrînê dest pê kir
Duyemîn Komxebata Hiqûqî ya Efrînê dest pê kir
Duyemîn Komxebata Hiqûqî ya Efrînê dest pê kir
Duyemîn Komxebata Hiqûqî ya Efrînê dest pê kir
Duyemîn Komxebata Hiqûqî ya Efrînê dest pê kir
30 ÇILE, 2021   10:39
QAMIŞLO

Bi sponseriya Rêxistina Lêkolîn û Mafên Jinan a Sûriyê, Rêxistina Însiyatîfa Hiqûqî, Navenda Rojava ya Lêkolînan Stratejîk, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê û Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê, Komxebata Hiqûqî ya Duyemîn a der barê binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li kantona Efrîn a dagirkirî de li bajarê Qamişloyê dest pê kir.

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Emîne Omer, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebid Hamid El-Mihbaş, hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso, nûnerên rêxistinên hiqûqî (Rêxistina Maf û Dadê, Taaxî û Bêl), Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê, Meclisa Jinên Sûriyê, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilata Sûriyê û Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê beşdarî komxebatê bûn.

Komxebat dê 3 mijarên sereke nîqaş bike; a yekê; sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê di qanûnên navneteweyî de, binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî jinan li Efrînê û çawaniya cezakirina kujeran li gorî qanûnên navneteweyî.

Her wiha dê li qurbaniyên dagirkeriya Tirk ên li Efrînê were guhdarîkirin.

Tê payîn ku Ebid Hamid El-Mihbaş axaftina vekirinê bike û li gorî komîteya amadekariyê axaftin dê der barê rewşa mirovahî ya li Efrînê de pêk bên.

(dm)

ANHA