Rêxistinên demokratîk banga bidawîkirina tecrîdê kirin

Rêxistinên girseyî yên demokratîk bang li desthilatdariyê kirin ku tecrîdê ji holê rake, her wiha bang li raya giştî kirin ku guh bidin daxwazên girtiyan û bi berpirsiyarî tevbigerin.

Rêxistinên demokratîk banga bidawîkirina tecrîdê kirin
29 ÇILE, 2021   12:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistinên demokratîk ên li Enqereyê têkildarî greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ku li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan pêk tê, civîneke çepameniyê li dar xistin.

Civîna çapemeniyê li rêxistina HDP'ê ya Enqereyê hate dayîn û pankarta bi nivîsa "Aştî li dijî şer, azadî li dijî tecrîdê" hate hildan.

Nûnerên rêxistinên Alinterî, Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD), Partiya Şoreşger, Partiya Sosyalîst a Bindestan, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partîzan, Federasyona Meclîsan a Sosyalîst (SMF), Partiya Rizgariyê ya Jinûve Sosyalîst (SYKP), Kaldiraç tev li bûn.

Hevseroka HDP'ê ya Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû bi bîr xist ku daxwaza girtiyan jiholêrakirina tecrîdê ye ku li dijî hiqûqa neteweyî û navneteweyî ye û destnîşan kir ku daxwaza girtiyan daxwaza civaka demokratîk e.

Di daxuyaniyê de bang li desthilatdariyê hate kirin ku tecrîdê ku sûcê li dijî mirovahiyê ye ji holê rake û ji raya giştî ya demokratîk hate xwestin ku guh bidin daxwazên girtiyan û bi berpirsyarî tevbigere.

(cx)