Piştî Sûriyê û Lîbyayê çavên Erdogan li ser Morîtanyayê ye

Lêkolîner û siyasetmedarekî morîtanî diyar kirin dewleta Tirk vê carê çavê berdaye Morîtanyayê. Siyasetmedar got ku kiryarên dewleta Tirk li Morîtanyayê ji sûcên wê yên li dijî gelê Sûriyê, Iraq û Lîbyayê ne cuda ne.

Piştî Sûriyê û Lîbyayê çavên Erdogan li ser Morîtanyayê ye
29 ÇILE, 2021   15:48
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî raporeke fermî, li Morîtanyayê di vê dawiyê de girêdayî talankirina berhemên masîvaniya welêt derveyî lihevkirin ku di navbera her du welatan de hatiye îmzekirin ji aliyê dewleta Tirk ve, nerazîbûn hene.

Berdevkê fermî yê hikumeta Morîtanyayê Sîdî Wild Salim, li ser pirsekê girêdayî vê raporê got, kêmbûna depoya welêt a masîvaniyê dibe ku ji ber keysbaziya zêde ya ji aliyê dewleta Tirk ve be. 

Şîrovekarên morîtanî ji toreya Eyn a Nûçeyan re axivîn û hişyarî dan ku heke lihevkirin ku sala 2017'an a bi aliyê tirkî ve hatiye îmzekirin neyê rawestandin û Tirk  ji beravên welat neyên qewitandin dê wê berhemên masîvaniyê ku jêdera aboriya welat e, xilas bibin.

Şîrovekarê siyasî û çalakvanê sivîl Hemze El-Mehfûz got, peymana waliyê Newazîbo, Yehya Weled Şêx Mihemed îşaretê bi xeteriya mudaxeleya Tirkiyê dike û bi "Qîrîneke ji bo rawestandina talankirina berhemên masîvaniyê ji aliy dewleta Tirk ve ye" bi nav kir.

Her wiha destnîşan kir ku "Keştiyên Tirkiyê bi hevkariya hin berpirsên xwecihî yên ku xema wan tenê berjewendiyên kesayetî û qezencî ne, hemû cureyên masiyan bi miqdarên mezin digirin. El-Mehfûz kiryarên Tirkiyê bi binpêkirina hemû qanûn û pîvanên navnetewî bi nav kir.

Hemza El-Mehfûz diyar kir ku nêzîkatiyên Tirkiyê li hemberî berhemên welatên erebî ji her kesî re eşkere ye û got: "Ev yek di bikaranîna wê şerê li Sûriyê, talankirina petrol wê û bazariya bi çek û mirovên li wir de diyar dibe. Heman tişt ji bo Lîbyaya derbasdar e, ku Tirkiyê îro ji lawaziya dewleta Lîbyayê sûdê digire da ku berhemên wê talan bike.

Her wiha bang li dewleta Morîtanyayê kirin ku li hemberî hovîtiya dewleta Tirk bisekinin û tevahiya lihevkirinan careke din di ber çavan re derbas bikin, çavdêriyê zêde bikin.

(şx)