‘Fener Temê ji ber têkiliya xwe ya bi îstixbaratên li dijî herêmê re hate girtin’

Çavkaniyekî ji ajansa me re eşkere kir ku Fener Temê li gorî muzakereya girtinê ya dozgeriya giştî ya Dadgeha Parastina Gel hate girtin. Sedema girtina Fener Temê ew e ku têkiliyên wî bi xebatên îstixbaratî yên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene.  

‘Fener Temê ji ber têkiliya xwe ya bi îstixbaratên li dijî herêmê re hate girtin’
29 ÇILE, 2021   12:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyeke ji Dadgeha Parastina Gel tekez kir ku li cem dozgeriya giştî belge û îsbatên girêdayî têkiliyên Fener Mehmûd Temê bi karên îstixbaratî re, hene. Her wiha diyar kir ku aliyên pêwendîdar der barê tawanên wî de lêpirsînê pê re didomînin.

Li gorî heman çavkaniyê, Fener Mehmûd Temê di 23`yê Çileyê de hate destgîrkirin. Li gorî rêgezên bingehîn dê piştî bidawîkirina lêpirsînê derbasî Dadgeha Parastina Gel bê kirin.

Heman çavkanî, destnîşan kir ku tu têkiliya girtina Fener Temê bi kar û çalakiyên wî yên ragihandinê tune ye.

(şx)