Zerîf û Çavuşoglu li Stenbolê li hev civiyan

Wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf li Stenbolê bi hevpîşeyê xwe yê Tirk Mevlut Çavuşoglu re hevdîtinek pêk anî.

Zerîf û Çavuşoglu li Stenbolê li hev civiyan
29 ÇILE, 2021   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf û wezîrê karên derve yê Tirk Mevlut Çavuşoglu li Stenbolê civînek pêk anî. Her wiha Zerîf dê bi serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan re jî bicive.

Her du wezîran piştî hevdîtinê daxuyaniyek da. Zerîf bal kişand ser peywendiyên Îran û Tirkiyê û diyar kir ku di rojên dijwar de Tirkiye û Îran hevkar in û eşkere kir ku dê di demeke nêzîk de dema serdana Erdogan a ji bo Tehranê diyar bikin.

Di nava 2 rojên borî de Mihemed Cewad Zerîf serdana Rûsya, Azarbêcan, Ermenistan û Gurcistanê kiribû.