Rojnameyê erebî: Lubnan ber bi “şoreşa birçiyan” ve diçe

Rojnameyên erebî yên îro behsa xwepêşandanên li gelek bajarên Lubnanê û rewşa xizantiyê, nêzîkatiyên dualî yên di navbera Riyad û Bexdayê de û rewşa Lîbyayê kirin.

Rojnameyê erebî: Lubnan ber bi “şoreşa birçiyan” ve diçe
29 ÇILE, 2021   08:12
NAVENDA NÛÇEYAN

 “SERHILDANA BIRÇIYAN” ALIYÊN DESTHILATÊ DIXE REWŞEKE TEVLÎHEV

Destpêkê têkildarî rewşa Lubnanê ku tevî qedexeya hikumetê jî li gelek bajaran xwepêşandanên girseyî tên lidarxistin, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Ji ber ferzkirina qedexeya giştî û li gel alîkarînedayîna dewletê aloziya jiyanî kûrtir dibe.”

Çavdêr dibînin ku daxuyaniyên provokatîv ên rayedaran dibe ku “şoreşa birçiyan” gurtir bikn.

Xwepêşandanên li gelek herêmên Lubnanê bi taybetî li bajarê Terabilusê yê bakurê Lubnanê, aliyên desthilatê li welêt xistin nava rewşeke tevlîhev. Metirsî hene ku xwepêşandan berfireh bibin û veguhere şoreşekê û desthilata wan hêzan hilweşîne.

 ‘TEVÎ ASTENGIYAN JÎ.. NÊZÎKATIYA SIÛDIYÊ-IRAQÊ EWLEHIYA HERÊMÊ XURT DIKE’

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî behsa nûbûna têkiliyên dualî yên di navbera Riyad û Bexdayê de kir û di nivîseke xwe de wiha got: “Tevî astengiyan jî, têkiliyên Erebistana Siûdî û Iraqê ji bo vegerandina rola bi bandor a Iraqê li herêmê, dewam dikin. Ji beriya 30 salî ve nêzîkatiyeke bi vê rengî çênebûye.”

Riyad bi rêya mecliseke koordîneyê, di gelek dozan de xwe nêzî Bexdayê dike û têkilyên xwe pê re xurt dike. Hemwextî wê yekê têkiliyên bazirganiyê û dîplomasiyê jî bi pêş dikevin.”

Tê payîn ku serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdana paytexta Siûdiyê Riyadê bike. Ajansa nûçeya a Iraqê duh ragihandibû ku serden dê ji bo gelek armancan pêk bê, ji wan pêkanîna peymanan û hin muzakereyan û aktîvkirina wan bi rêya meclisa koordîneyê ya Siûdiyê-Iraqê.

Berdevkê Meclisa Wezîran a Iraqê Hesen Nazim li ser serdanê got “dê di demeke guncaw de pêk bê.”

 ‘NÎŞANEYÊN ŞERÊ DI NAVBERA MÎLÎSÊN LÎBYAYÊ DE LI TERABILUSÊ’

Rojnameya El-Beyan jî di hejmara xwe ya îro de têkildarî şer û pevçûnên li taxa El-Endelos ya Terabilusê ku tê de çekên navîn û giran hatin bikaranîn, nivîsîn.

Rojnameyê li gorî çavkaniyên xwe yên xwedî agahî got: “Şer di navbera mîlîsên “Redii” yê taybet ên bi fermandariya Ebdulreûf Kara ku vê dawiyê girêdayî meclisa serokatiyê bûn û mîlîsên Ewlehiya Giştî yên bi fermandariya Îmad El-Terabilusî yên girêdayî hikumeta Wîfaqê de, rû da.”.

Çavkaniyan piştrast kir ku mîlîsên “Redii” yên alîgirên meclisa serokatiyê ya bi serokatiya Fayiz El-Serac hewl dan bi ser taxa El-Endelosê de bigirin da ku hejmareke çekdarên bi ser wezîrê karên hundirîn Fethî Başaxa ve binçav bikin. Lê belê mîlîsên Ewlehiya Giştî bi tundî bersiv dan û nehêştin ku bikevin taxê.

(cx)