Endamên "Dîfaa Wetenî" milkên şêniyên taxa Hilko didizin

Piştî zêdebûna bûyerên dizî û şelandinê li taxa Hilko ya Qamişlo ji aliyê endamên "Dîfaa Wetenî" ve, ciwanên taxê derdikevin nobedê û malên xwe diparêzin.

Endamên "Dîfaa Wetenî" milkên şêniyên taxa Hilko didizin
Endamên "Dîfaa Wetenî" milkên şêniyên taxa Hilko didizin
29 ÇILE, 2021   07:19
QAMIŞLO-SILAVA EBDULREHAN

Taxa Hilko li ser hîzama başûr a bajarê Qamişlo yê herêma Cizîrê ye û nêzî cihên "Dîfaa Wetenî" yên girêdayî hikumeta Şamê ye. Her wiha li ser xetên rasthatinê yên di navbera Dîfaa Wetenî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de ye.

Hin şêniyên taxê ku ji ber sedemên ewehiyê nexwestin navên xwe eşkere bikin, diyar kirin ku endamên "Dîfaa Wetenî" di saetên di navbera 01:00 û 03:00'ê şevê de dikevin malan da ku diziyê bikin.

Li taxê pere, zêr, kel û pel, alavên kehrebê, cereyên gaze, madeyên xwarinê û cil û berg jî hatin dizîn.

Yek ji kesên ku mala wî hatiye dizîn (ku nexwest navê xwe eşkere bike) eşkere kir ku hin diz derbasî mala wî bûn û telefona kurê wî û hin cil dizîn. Jineke din jî ji neştecihên taxê diyar kir ku ew saet di 6`00`ê êvarê de dema ku diçû hin pêwîstiyên malê bikire, dizan rê lê girtin, telefona wê ya destan û 2 hezar lîreyên Sûrî jê dizîn.

CIWAN PARASTINA TAXA XWE DIKIN

Bi zêdebûna diziyê re, ciwanên taxa Hilko derdikevin nobedê û şêniyên taxê ji dizî û şelandinê diparêzin.

Ciwanên taxê bi koordîneya bi Hêzên Ewlekriya Hundirîn re, bi çekên xwe yên ferdî ji saet 12`00`ê şevê û heta 06:00'ê sibehê nobedê digirin.

Ciwanê bi navê (F.M) got: "20 roj beriya niha, li taxa me rojane bûyerên diziyê pêk dihatin. Her rojê 7 an 8 malan dihatin dizîn. Ji ber vê yekê xortên taxê biryar dan ku derkevin nobedê û taxa xwe biparêzin.”

(F.M) diyar kir ku ew ji beriya hefteyekê ve nobedê digirin û ji wê demê ve bûyerên diziyê yan tevgerên bi guman li taxê çênebûne. Her wiha destnîşan kir ku ew bi dewriyeyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn re di nava pêywendiyê de ne.

(F.M) da zanîn ku piraniya malên ku hatine dizîn nêzî navendên "Dîfaa Wetenî" ne, lê malên li dûrî navendên wan nehatin dizîn û li taxên din ên Qamişlo jî bûyerên domdar ên diziyê derneketine.

(F.M) bang li şêniyan û bi taybet li ciwanan kir ku taxên xwe biparêzin û got: "Parastina ne tenê erka Hêzên Ewlekariya Hundirîn e, parastina erka her kesî ye."

Endamên "Dîfaa Wetenî" ên girêdayî hikumeta Şamê di 23`yê Çileyê de êrişî nuqteyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa Hilko ya Qamişlo kiribûn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişê dan.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser mijarê daxuyaniyek dabû û got ku endmaên "Dîfaa Wetenî" dixwazin aramî û îstiqara li herêmê têk bibin.

Di 7`ê Çileyê de jî endamên "Dîfaa Wetenî" li başûrê taxa Hilko gule li ciwanekî bi navê Basil Xidir Elî reşandin û ew di lingê wî yê çepê de birîndar kir.

(eh)

ANHA