Dewriyeya Rûsya-Tirkiyê li rojavayê Dirbêsiyê pêk hat

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê tevî artêşa Tirk a dagirker vê sibehê li gundewarên rojavayê navçeya Dirbêsiyê dewriyeyeke hevbeş meşand. Ji dema pêkanîna peymana Soçiyê de, ev dewriyeya hebeş a 40`emîn e.

Dewriyeya Rûsya-Tirkiyê li rojavayê Dirbêsiyê pêk hat
28 ÇILE, 2021   10:45
HESEKÊ

Dewriyeya hevbeş ji dergeha Şêrik a sînorî (13 km li rojavayê navenda navçeya Dirbêsiyê) dest pê kir. Dewriye ji 5 panzêr û 2 helîkopterên Rûsyayê û 4 panzêrên artêşa Tirk pêk hat.

Dewriyeya Rûsya-Tirkiyê di gundên rojavayê navçeya Dirbêsiyê yên Şêrik, Delîk, Melek, Ebbas, Aliye, Îbrahîmiyê, Erade, Hilêwa, Feqîra, Kesra û Dehir El-Ereb re derbas bû. Piştre erbeyên artêşa Tirk a dagirker vegerîn xaka Tirkiyê û panzêrên Rûsyayê vegerîn baregeha xwe ya li bajarê Qamişloyê.

(cx)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/BQoClUoj-o4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>