​​​​​​​KONGRA-GEL li hemberî zextên rejîma Îranê banga têkoşînê kir

KONGRA-GEL bi daxuyaniyekê zextên rejîma Îranê yên li ser gelê Kurd şermezar kirin û got “Rejîma Îranê nikare daxwazên gelê Kurd bê deng bike, nikare berxwedana gelê Kurd têk bibe û nikare agirê azadiyê li Rojhilatê Kurdistanê bitemirîne."

​​​​​​​KONGRA-GEL li hemberî zextên rejîma Îranê banga têkoşînê kir
28 ÇILE, 2021   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya KONGRA-GEL de hate gotin ku rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê li ser çalakvanên sivîl û xwendekarên Kurd, bi taybetî jî li ser hunermend û rewşenbîrên jin ên Kurd, êrişan pêk tîne û wan digire.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em vê siyaseta rejîma Îranê bi tundî şermezar dikin. Rejîma Îranê, daxwazên gelê Kurd bi zextê, bi zindan, bi tirsandin, bi kuştinê nikare bê deng bike. Berxwedana gelê Kurd nikare têk bibe. Agirê azadiyê li Rojhilatê Kurdistanê nikare bitemirîne.

Li Rojhilata Navîn siyaseta li dijî gelê Kurd qet ji welatekî re xêr û bereket neaniye. Berevajî siyaseta dijmintiya gelê Kurd, di welatan de bûye sedemê krîz û kaos e, bûye sedema têk çûnê. Yek sedema sereke ya krîza li Îranê jî, qebûlnekirina mafên gelê Kurdistanê ye.

Em ji rejîma Îranê re bang dikin ku dev ji vê siyasetê berde, girtiyên siyasî azad bike. Li ser esasê diyalogê, bi gelê Kurdistanê re li ser bingeha netewa demokratîk çareseriyê pêk bîne. Ji bo çareseriya pirsgirêkên gelên Îranê jî tek rê ev e.

Em ji gelên Rojhilatê Kurdistanê, bi taybetî jî yên pêşengên gel jin û ciwanên re bang dikin ku heta ku li ser bingeha neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratik çareserî pêk neyê, pêwîst e bê navber têkoşîna azadiyê bê bilind kirin. Serkeftin a gelê me ye."

(cx)