Plana dewleta Tirk a dagirkirna Rojava-Başûr û qirkirina gelê Kurd -ANALÎZ

Plana dewleta Tirk a dagirkirna Rojava-Başûr û qirkirina gelê Kurd -ANALÎZ
28 ÇILE, 2021   07:42

HALÎT ERMÎŞ

Tifaqa çete ya AKP/MHP’ê bi serdanên xwe yên Bexda-Hewlerê dest bi amadekirina pêvajoyeke nû kir. Berî ku vîzyona nû ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) a Rojhilata Navîn aşkera bibe, tifaqa faşîst a Erdogan-Bahçelî hewl dide ku plana qirkirina gelê Kurd derbasî qonaxeke nû bike.

Dewleta Tirk ji aliyekê ve têkiliyên dîplomatîk ên bi Iraqê re geş dike, ji aliyê din ve têkiliyên bi hikumeta Şamê re bi rêya rêxistinên îstixbaratê baş dike û hêza çeteyan xurttir dike.

Rûsya ji bo têkiliyên avaniya çete ya AKP/MHP'ê bi Sûriyê re geş û xweş bike û hem jî ji bo gurkirina êrîşên vê avaniya çete ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rola sereke radibe, DYE jî ji bo gurkirina êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava, Bexda û Başûrê Kurdistanê bi roleke girîng radibe.

Konsepta qirkirina Kurdan a çeteyên AKP/MHP'ê (ku ev beriya niha weke plana serkutkirinê hatibû binavkirin û ev plan hê jî bi rengekî girankirî hewl tê dayin ku were domandin), di ser Başûr û Rojava re her çendî bi hevalbendî û hevkariyê hewl tê dayin ku were domandin, di rastiya xwe de ji bo tasfiyekirina hemû destekeftiyên Kurd û ji bo statûyeke pêkan a bi navê Kurd were astengkirin, rengê xwe dibîne.

Planeke berbiçav heye ku di sêgoşeya Enqere-Bexda-Hewlerê de li serê li hev kirine. Bêguman, hin nîşanên vê yekê hene, lê dem û rûdan dê tiştên li paş perdeyan aşkera bikin.

Lê tifaqa çete ya AKP-MHP’ê Rojava û Başûr bi hev re di nava plana têkbirin û qirkirina Kurdan de dibîne. Armanca sereke ya planê tasfiyekirina hemû destkeftî û pêşîlêgirtina statuyê ye.

QONAXA DESTPÊKÊ; DAGIRKIRINA XETA SÎNORÊ BAŞÛR-ROJAVA

Plana vê yekê wiha ye; sînorê di navbera Rojava û Başûr de dê were dagirkirin û bixin bin kontrola xwe. Bi navê têkoşîneke hevpar a li dijî PKK’ê, dê bi hikumeta Başûr a PDK'ê re hevkariyek tam were sazkirin. Hêza dagirker a Tirk dê ji Dêrikê heya Til Koçerê were bicihkirin. Bi vî rengî, dê têkiliya Rojava-Başûr bi tevahî qut bibe. Dema ku ev pêk were, dê vê carê Şengal bibe hedef. Bi îhtîmaleke mezin, hikumeta faşîst a AKP-MHP’ê ji ber bertekên muhtemel li şûna ku aşkere ji bejahî ve leşkeran bişîne, dê ji PDK’ê bixwaze ku pêşmergeyan bişîne Şengalê ku di nav de endamên MÎT’ê jî hebin û meclisa Şengalê û YBŞ bi tevahî bêne tasfiyekirin û PDK dîsa li herêmê bi cih bibe (Ev bi rastî jî serdestiya Tirkan e).

Di encama vê planê de, hikumeta çete ya AKP-MHP’ê dê dergeheke sînor a nû rasterast bi Iraqê re veke. Ev dê di heman demê de wekî deriyê dîktatoriya Erdogan ji cîhana erebî re be. Ji ber vê yekê, bi afirandina alternatîfeke dergeha sînor a Îbrahîm Xelîl (Deriyê Xabur), dê zexta li ser PDK’ê zêde bibe û teslîmbûn kûrttir bibe. Ya rasttir, nokeriya li Başûr dê bê nefes bihêlin da ku zûtir bimire.

QONAXA DUYEMÎN; ÊRIŞA ÎMHAKIRINÊ YA LI DIJÎ QENDÎLÊ

Ger dagirkirina tê texmînkirin ya li ser vê xetê wekî ku hatiye plankirin bi pêş bikeve, vê carê dê bi konsepteke nû ya dagirkerî û wêrankirinê bi hevkariya PDK’ê  li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên nû dest pê bikin.

Bi rastî jî armanca sereke ya dagirkirina tevahiya xeta sînor a Rojava-Başûr ew e ku di plana duyemîn de serkeftinê bi dest bixe. Ji ber ku armanc dê ew be ku PKK’ê ji Rojava veqetînin û bi hevkariya PDK’ê êrişeke dijwar pêk bînin.

Di demekê de ku PDK bi hikumeta çete ya AKP-MHP’ê re di nava tifaqeke tam de tev digere, dê zexteke tund li hemû hêzên li Başûr bike, nemaze YNK’ê da ku wan têxe nava vê hevkariyê. Ger ev pêk were (lê pêkhatina wê hêsan nîn e), hingê dê ji bejahî û hewa ve êriş li PKK’ê were kirin û hewl bidin têk bibin.

Vê planê ji zû ve dest pê kiriye. Planên hemwext ên dewleta Tirk ên li ser Dêrik û Şengalê, bicihkirina hêzên pêşmerge ji aliyê PDK’ê ve, nemaze hêzên taybet ên paramîlîter, ji Zînê Wertê dest pê dike ku hewl didin Qendîlê dorpêç bikin û ji bilî bicihkirinên bi vî rengî li Garê, Heftanîn û Metînayê êrişî gerîla dikin.

Li gel van kiryarên PDK’ê, propagandaya reş a ku li dijî PKK’ê û tevgera azadiya Kurd ji zû ve dest pê kirin û pêdivî bi çêkirina razîbûna civaka Kurd bi vê konsepta tunekirinê heye. Ne mimkun e ku gelê Kurd konsepteke wiha qebûl bike.

Pirsgirêkeke din a girîng jî êrişên tasfiyekirinê yên li dijî HDP'ê ne. Ferzkirina Bahçelî ya ku dibêje "Divê HDP were girtin” ji ber hewcedariya tasfiyekirina giştî ya siyaseta demokratîk û dijberiya Kurdan e ku wekî pêdiviyeke vê konsepta tasfiyekirinê ye. Bi girtina HDP'ê re, ne tenê tevgera siyasî ya Kurd, dê tevahî dînamîkên demokrasiyê yên li Tirkiyê werin teslîmgirtin. Ji ber vê yekê, dema ku plansaziyeke wiha ya qirkirinê bikeve meriyetê, dê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tû hêzek nemine ku li dijî wan bisekine. Astengkirina bersiva vê planê li Tirkiyê, ji bo meşrûkirina vê qirkirinê li seranserê cîhanê ye.

IRAQ

Dewleta Tirk bi afirandina rewşek defakto di demekê de hikumeta nû ya DYA’yê dest bi kar dike, dixwaze hikumeta navendî ya Iraqê bixe nava vê planê. Ji ber ku Iraq, ku bi dewleta Tirk re di tifaqeke tam de ye, dê nêzîkî DYA’yê be. Wekî encama siyaseta DYA’yê ya ku Îranê dorpêç dike, ev rewş dê bi kêrî DYA’yê were. Lê belê, ne gengaz e ku hikumeta Kazimî, bi taybetî li Şengalê, bi tevahî bi dewleta Tirk re hevkariyê bike. Ji bilî armancên dîrokî yên dewleta Tirk ên li Mûsil-Telafar-Kerkûkê, tevgerên di salên dawîn de li herêmê bi pêşengiya Eniya Tirkmenan pêk tên, ji hêla Iraqê ve baş tên zanîn. Ji bilî mînaka Başîkayê, rêxistina Heşdî Wetenî ya ku rasterast ji hêla dewleta Tirk ve li dijî Heşdî Şabî hatiye damezirandin, faktorên bergir in. Dîsa wekî Iraq, Qibris û Sûriyê (Başîka û Başûrê Kurdistanê dikarin lê bên zêdekirin) ew vê rastiyê dibîne ku dewleta Tirk biçe ku derê, wekî hêzek dagirker mayînde dibe. Ji ber vê yekê, dibe ku Iraq bi tevahî nekeve bin bandora rêveberiya faşîst a Erdogan-Bahçelî. Ev jî dibe sedem ku aliyekî planê têk biçe.

PKK

Bêguman dewleta Tirk û serokê faşîst Erdogan dixwazin di şexsê PKK’ê de plana qirkirina gelê Kurd heya 2023’yan temam bikin. Ew ê dudil nebe ku bikeve nava her cure têkilî û tifaqan. Lê belê her çend plan hebe jî, dê bersiva vê planê ya li qadê çi be, dê bi têkoşîna PKK û tevgera azadiya Kurd û berxwedana gelan diyar bibe.

Berxwedana Heftanînê li dijî vê planê bergiriyeke xurt çêkir. Ger ev plan pêk bihata, me dê îro li şûna Heftanînê, qala şerê li Qendîl, Gare, Zê û Metînayê bikira. Ya ku pêşî li vê digire, ne tenê berxwedana Heftanînê ye, di heman demê de siyaseta ku PKK li dijî provokasyonên PDK’ê dimşîne jî, faktoreke girîng e.

Heke sînorê Rojava-Başûr wekî ku dewleta Tirk xeyal dike, were dagirkirin, dê ev plan careke din bikeve dewrê. Di vê rewşê de, şerekî berfireh dê çêbe. Berxwedana gerîlayên PKK’ê, li gel berxwedana gel, dikare van êrişan hemûyan pûç bike. Ji ber ku ne mimkun e ku di şerekî wisa de gelê Kurd piştgirîiyê bide PDK’ê ku li rex dewleta Tirk disekine. Dewleta Tirk jî ji vê rastiyê haydar e. Ji ber vê, hewl dide Bexdayê û çîna noker a Kurd di eniya dij-Kurd de bike yek û destê xwe di hevkêşeyê de xurt bike.

Berxwedana ku bi pêşengiya PKK’ê bi pêş bikeve, dê derbeyeke mezin li tifaqa çete ya AKP-MHP’ê bide. Tê zanîn ku nakokiyên di navbera AKP û MHP’ê de ku vê dawiyê piştgiriya xwe ya civakî ji dest daye, kûrtir bûne. Ya rast, AKP hewl dide rûyê xwe bizivirîne Kurdan, ji ber ku vê rewşê fehm dike. Agahî hene ku agirbest li rêber Abdullah Ocalan tê ferzkirin lê rêber Abdullah Ocalan van ferzkirina red dike. Ev jî parçeyek ji plana desteserkirina PKK’ê û tasfiyekirina têkoşîna azadiya Kurd e. Tê zanîn ku PKK û serokatiya wê tu carî nayê teslîmgirtin. Lê ji ber ku serokê çete yê faşîst Erdogan dizane ku têkçûna konsepta tunekirinê dê dawiya wî be, ew hewl dide bêyî şer teslîm bigire.

Bihara bê ji bo Kurdan û ji bo pêşeroja dewleta Tirk girîng e. Lê ji bo Kurdan, ya ku divê were dûrxistin, çîna hevkar û noker e. Divê PDK li Başûr û ENKS li Rojava, teqez dev ji hevkariya dewleta Tirk berdin û li rex Kurdên ku ber bi azadiyê ve dimeşin, bisekinin. Yekbûna Kurdan bê guman dê hemû konseptên êrişkarî û tunekirinê pûç bike û her wiha dê statuya Kurdan mîsoger bike.