Artêşa Tirk a dagirker vê carê gundê Meilek topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê qada topbaranê fireh kir û di van kêliyan de gundê Mihleq û rêya M4 topbaran dike.

Artêşa Tirk a dagirker vê carê gundê Meilek topbaran dike
27 ÇILE, 2021   21:02
EYN ÎSA

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî ku rêya M4 û xwaringeha Saqir topbaran kir, vê carê gundê Mihleq ê li aliyê bakur rojavayê navçeya Eyn Îsayê topbaran dike.

Topbaran heta niha berdewam e. Tu agahiyên girêdayî ziyanê nehatin bidestxistin.

(şx)

ANHA