MSD`ê panelên xwe bi encamnameyeke dagirtî bi dawî kir

MSD`ê di encamnameya panelên li Helebê û Şehbayê de bang avakirina komîteyeke şopandinê ya bi serpereştiya MSD`ê û rêxistinên navneteweyî kir, da ku sûcên ku li Efrînê pêk tên belge bikin û dadgeheke navneteweyî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bikin ku hesabên van sûcan ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bixwazin.

MSD`ê panelên xwe bi encamnameyeke dagirtî bi dawî kir
MSD`ê panelên xwe bi encamnameyeke dagirtî bi dawî kir
MSD`ê panelên xwe bi encamnameyeke dagirtî bi dawî kir
MSD`ê panelên xwe bi encamnameyeke dagirtî bi dawî kir
MSD`ê panelên xwe bi encamnameyeke dagirtî bi dawî kir
MSD`ê panelên xwe bi encamnameyeke dagirtî bi dawî kir
MSD`ê panelên xwe bi encamnameyeke dagirtî bi dawî kir
MSD`ê panelên xwe bi encamnameyeke dagirtî bi dawî kir
27 ÇILE, 2021   16:51
ŞEHBA

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Helebê îro têkildarî siyaseta artêşa Tirk a dagirker li Sûriyê û Rojhilata Navîn û sûcên li Efrînê pêk tîne panelek li dar xist. Panel li hola Axîn Welat a Çand û Hunerê ya li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê û bi beşdariya rûspiyên eşîrên kantonên Efrîn û Şehbayê, Endamên Rêxistinên Mafên Mirovan Efrîn-Sûriyê, oldar, endamên saziyan û yekitiyên li kantona Şehbayê bi rê ve çû..

Panel bi avakirina dîwanekê ji bo birêvebirina panelê dest pêk kir. Dîwan ji seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed, hevserokê Desteya Rêveber a Herêma Efrînê Bekir Elo û Endamê Meclisa Eşîrên herêma Efrînê Îbrahîm El-Îsa pêk dihat.

Îlham Ehmed di beşa yekemîn a panelê de axivî û behsa dîroka dewleta Tirk û timayên wê ji bo vejandina xewna osmanî bi rêya derbaskirina çeteyên xwe di tevahiya aloziyên Rojhilata Navîn, armancên wê ji dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê kirin. piştre deriyê nîqaş ji beşdaran re hate vekirin, da ku nêrîn û pêşniyarên xwe ji bo sekna li hemberî vê siyasetê û derxistina dagirkera Tirk ji axa Sûriyê, bêjin.

Paşê parêzer û endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê Cibraîl Mistefa di beşa duyem a panelê ya bi navnîşan Sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî gelên herêma Efrîn, dîtina rêbazên çareserkirina encamên wê yên neyînê li ser herêmê de axivî. Cibraîl Mistefa raporek girêdayî sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di dirêjahiya sê salan de li Efrînê ji kuştin, revandin, destavêtin, wêrankirina xwezayê û qutkirina darên zeytûnê xwend.

Dûre 3 kesên ji Efrînê bi navên Hecî Mistefa, Mistefa Dalo û Necîb Şêxo axivîn û sûcên ku artêşa Tirk û çeteyên wê li dijî malbatên wan ên li Efrînê pêk anîne, anîn ziman.

Piştî nîqaş bi dawî bû, seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Pêşerojê Îlham Ehmed encamnameya her du panelên li Helebê û Şehbayê li dar ketine xwend.

MSD`ê di daxuyaniya xwe de got: “Em spasiya hemû beşdarên panelê û tevlêbûna wan dikin. Her wiha em encamnameyên her du panelan radigihînin raya giştî ya cîhanê ku di çarçoveya qanûna navneteweyî ya mirovî û pîvanên Neteweyên Yekbûyî (NY) li gorî biryara 2254 de, bi dawîkriina dagirkirinê û vegera ewle ji koçberên ku bi darê zorê ji warên xwe derketine, dabîn dike, sûcdarên binpêkirina ceza dike, armanc dikin.

Sûcên ku li Efrînê ji kuştin, koçberî, hedefgirtina sivîlan û bicihkirina kesên din li şûna wan, pêk tên, sûcên xeternak in û li dijî tevahiya pîvanên navneteweyî ne. Ev hemo li gel bêdengiya navneteweyî pêk tê. Ji ber wê divê raya giştî û ya cîhanê rastiya bûyerên ku li Efrînê rû didin werin agahdarkirin û ajande û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê werin eşkerekirin.

Ji bo têkoşîna li hemberî siyaset û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo guhertina demografiya herêmê ji tevahiya aliyên ewlehî, çandî, aborî, civakî û qanûnî ve, divê stratejiyeke hevbeş ji hêla Koalîsyonê û civaka navneteweyî were dayîn.

Ji bo pêkanîna van armancan, ewlehiyê û veguhestina siyasî li Sûriyê, divê pergaleke siyasî ya demokratîk a nû ku jêderên terorê û rêxistinên terorîstan hiştk dike, were avakirin. Projeya Rêveberiya Xweser nimuneyek çareseriyê û projeyek aştiyê ya serkeftî ye.

Ji bo pêkanîna biryarên Meclisa Ewlehiyê yên têkildarî têkoşîna li dijî terorê û tundrawiyê û pêkanîna edaletê em banga avakirina dadgeheke navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Srûiyê ji bo darizandina dewleta Tirk û çeteyên wê ji ber sûcên ku kirine, dikin.

Ji ber ku gelê Kurd ê li Efrînê rastî qirkirineke çandî û bedenî ji hêla dewleta Tirk a dagirke û çeteyên wê ve tê, em bang dikin NY`î bi vê komkujiyê îtîraf bike û mafên gelê Kurd ê li Efrînê biparêze.

Her wiha sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî hawîrdorê û qutkirina daran  yekser werin rawestandin.

Divê komîteyek bi çavdêriya MSD û tevlêbûna rêxistin û saziyên navneteweyî were avakirin, da ku sûcên ku li dijî Efrînê ji kuştin, revandin, talankirin, desteserkirina milkên sivîlan, ferzkririna baçan, tirkkirina herêmê û wêrankirina binesaziya Efrînê belge bikin.”

(eh-şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XobtgsqKDcI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>