Li Kobanê salvegera rizgarkirina Kobanê bi şahiyekê hate pîrozkirin

Di salvegera rizgarkirina Kobanê ji DAIŞ`ê de Rêveberiya Xweser da xuyakirin ku roja serkeftina berxwedana Kobanê roja rizgarkirina cîhanê ji terora cîhanî û serkeftina vîna gelên azad e.

Li Kobanê salvegera rizgarkirina Kobanê bi şahiyekê hate pîrozkirin
Li Kobanê salvegera rizgarkirina Kobanê bi şahiyekê hate pîrozkirin
Li Kobanê salvegera rizgarkirina Kobanê bi şahiyekê hate pîrozkirin
Li Kobanê salvegera rizgarkirina Kobanê bi şahiyekê hate pîrozkirin
Li Kobanê salvegera rizgarkirina Kobanê bi şahiyekê hate pîrozkirin
Li Kobanê salvegera rizgarkirina Kobanê bi şahiyekê hate pîrozkirin
Li Kobanê salvegera rizgarkirina Kobanê bi şahiyekê hate pîrozkirin
Li Kobanê salvegera rizgarkirina Kobanê bi şahiyekê hate pîrozkirin
27 ÇILE, 2021   15:51
KOBANÊ

Şêniyên Kobanê salvebera 6`an a serkeftina berxwedana Kobanê ya di 26`ê Çileya 2015`an de ya li hemberî çeteyên DAIŞ`ê û salvegera 7`an a ragihandina Rêveberiya Xweser di 27`ê Çileya 2014`an de, bi şahiyekê pîroz kir.

Şahî li qada Şehîd Egîd û bi bşedariya gelê kantonê û şandeyên ji gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rê ve çû.

/ar/uploads/files/2021/01/27/143202_mhmd-shahyn.webp

Di şahiyê de Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî û salvegera rizgarkirina Kobanê li tevahiya gelê cîhanê û di serî de li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û malbatên şehîdan pîroz kir.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî û tevahiya gelên cîhanê di sêrî de gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vê rojê pîroz kir.

Şahîn wiha axaftina xwe bi dawî kir:"Em di vê rojê de serkeftina ku şervanên YPG-YPJ`ê bi dest xistine bi bîr tînin. Ev serkeftin, serkeftina gelên azad li dijî terorê bû. Roja xilaskirina cihanê ji terora cîhanî bû. roja serkeftina vîna gelên azad e. Roja serkeftina Kobanê, ji tevahiya gelên bindest re bû hêvî ku hewl didin bigihêjn azadiya xwe.”

 “JI BO ŞIKANDINA PLAN Û TIMAYÊN DAGIRKERA TIRK, HEVGIRTIN Û MEZINKIRINA ASTA TÊKOŞÎNÊ PÊWÎST E”

/ar/uploads/files/2021/01/27/143232_aly-hjw.webp

Hevserokê Desteya Kar û Barên Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî Heco jî axivî û diyar kir ku Şoreşa Kobanê li tevahiya Sûriyê û cîhanê belav bû û cîhan pêk ve ji terorîstan rizgar kir, ji ber vê yekê roja têkbirina DAIŞ`ê wekî rojeke nû û avakirina jiyaneke azad û bi rûmet bû.

Heco bang li tevahiya pêkhateyan kir ku ji bo şikandina tima û planên dewleta Tirk a dagirker a ku jiyana hevbeş û bi rûmet red dike, xwedî li hev derkevin û asta berxwedanê mezin bikin.

Heco di dawiya gotinên xwe de soza şopanda rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê da.

“TI ALÎ NIKARE HEVGIRTINA GELÊ ME TÊK BIBE”

/ar/uploads/files/2021/01/27/143251_zlykhh-abdy.webp

Bi navê Partiya Sûriya Pêşerojê Zelîxa Ebdî axivî û soz da ku tu kes nikare hevgirtina di navbera gelên herêmê de têk bibe û bi yekitiyê dê axa dagirkirî rizgar bibe. 

Zelîxa di nav gotinên xwe de destnîşan kir ku Kobanê bû navenda ragihandina yekitiya axa Sûriyê û navenda rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Her wiha piştrast kir ku Partiya Sûriya Pêşerojê li ser yekitiya ax û gelê Sûriyê piştrast dike û dê kesek nikaribe hevgirtin û yekitiya wan têk bibe.

“DEWLETA TIRK NAHÊLE TU CIVAK AZAD BIBE”

/ar/uploads/files/2021/01/27/143322_hdlh-hsn.webp

Endama Koodînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Hedla Hesen axivî û salvegera rizgarkirina Kobanê li hemû gelên azadîxwaz pîroz kir.

Hedla Hesen da zanîn ku bi saya YPG û YPJ`ê serkeftin misoger bû û îro artêşa Tirk a dagîrker careke din êrişî gelê azadîxwaz dike û nahêle civak azadiya xwe bi dest bixe.

/ar/uploads/files/2021/01/27/143342_abrahym-mhmd.webp

Berpirsê Têkiliyên Derve yê Tebqayê Îbrahîm Mihemed jî axivî û spasnameyek diyarî rêveberiya Kobanê kir û da xuyakirin ku berxwedana Kobanê li seranserî Sûriyê hîna jî berdewam dike.

Di dawiya şahiyê de xelekên govend hatin gerandin.

(eh)

ANHA