Malbatên gerîla desteka xwe ji ewladên xwe re nîşan da

Malbatên gerîlayên Hêzên Partina Gel (HPG) li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast kir ku ew ê bi ewladên xwe re di têkoşîna wan a ji bo azadiyê de bisekinin.

Malbatên gerîla desteka xwe ji ewladên xwe re nîşan da
27 ÇILE, 2021   12:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Malbatên gerîlayên HPG`ê li navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo û bajarê Hesekê çalakî lidar xistin û destek dan ewladên xwe yên di nava HPG`ê û sûcên dewleta Tirk û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, şermezar kirin.

GIRKÊ LEGÊ

Li navçeya Girkê Legê bi dehan malbatên gerîlayên HPG`ê lihev kom bûn. Di kombûnê de daxuyaniyek ji aliyê bavê gerîlayê HPG`ê, Mihemed Cemîl ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk û dewletên ku destekê didin wê li dijî gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê, her wiha êrişên dewleta Tirk li dijî gelê Kurd hate şermezarkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de xistina gerîlayan di nava lîsteya terorê de hate şermezarkirin.

Di daxuyaniya xwe de, malbatên gerîlayan piştgiriya bi ewladên xwe re nîşan dan.

HESEKÊ

Li bajarê Hesekê bi dehan dayikên gerîla û şehîdan li navenda Kongreya Star a bajarê Hesekê kom bûn.

Di kombûnê de daxuyanî ji aliyê dayika şehîd Osman Felamez, Şama Elî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin zarokên wan ji bo parastina xak, şeref, parastina nirx û çandê û parastina Rojava û Bakurê û Rojhilatê Sûriyê canê xwe feda kirin.

Di dawiyê de dayikên şervan û şehîdan bang li sazî, rêxistinên navnetewî, raya giştî ya cîhanê kirin ku helwesteke diyar li hember hikûmeta dewleta Tirk bigirin.

(bx)

ANHA